
Malbatan, anî ziman ku hewildanên bûyerê bidin jibîrkirin hene û tu baweriya wan bi Komîsyona Jêrîn a Qilebanê ya girêdayî Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê hate avakirin tuneye. Malbatên di nava 119 rojan de ji bo kiryarên zarokên wan bên darizandin her roj bi çalakiyeke cuda derketin pêşberî raya giştî. Malbat amadekariyên heke di pêvajoya pêşiya wan de têkildarî darizandina kiryaran tu encaman bi dest nexin dê biryara çalakiyên radîkal bigirin.
'Ez her roj diçim goristanê'
Dayîka Şirvan Encu yê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Leyla Encu, diyar kir ku piştî bûyerê psîkolojiya wan xerab û di dengeke gelek biçûk de vediciniqin. Leyla Encu, anî ziman ku heviya wê ji kurê wê hebû û hêj jî di nav wan hîsan de ye û wiha got: "Îna borî ez bi dengên ji aliyê goristanê ve dihatin veciniqîm. Min wêneyên kurê xwe hembêj kir û ez giriyam. Her roj li mala me şînî heye. Em hemû dîn bûn. Gelo ma em dê ji bîr bikin? Em hemû nexweş bûn. Aqilê me ji serê me çû. Ma em neheqin ji bo dîn nebin? Min zavabûna kurê xwe nedît. Ez her roj serê sibê dema hişyar dibim û diçim goristanê. Ez bawernakim ku kurê min jiyana xwe ji dest da ye."
Encu got: "Em dest ji vê yekê bernadin. Bila kiryaran derbixin holê. 20 kes girtin. Mirovê rapora wî ya dînîtiyê heyî ji bi hinceta êrîş li qeymeqam kir girtin. Navê 70-80 kesan dan û ji wan hinek hatin girtin û hinek hatin lêpirsîn. Gelo qeymeqamê dijî ji bo we girîng e an 34 kesên we kuştin? Bêwijdanên bêwijdan; Em çûn meclîsê lê tu hêviya me tuneye. Ji bilî kurdan tu kes xwedî li me derneket. Tiştên em di hundir de axivîn destûr nedan bikêşin qemereyan. Xwedê vê êşê nîşanî kesên qatilên zarokên me dizanin û dernaxin holê bide."
Birayê Nadîr Alma yê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Hîkmet Alma jî diyar kir ku endamên Komîsyona Jêrîn a Qilebanê yên AKP'î bûyerê berevajî dikin. Alma, bal kişand ser gotinên Serokê Komîsyon Ayhan Sefer Ustun ên "Di dîmenen de navê fêmkirin ku mirov û sewal kijan in" û wiha got: "Min birayê xwe Nadîr Alma 119 roj berê winda kir. Li vir komkujiyek û qirkirinek pêk hat. Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê hate vir û me li mala xwe ew mêvan kirin. Li ber raya girtî ji malbatên şehîdan re soza heke tişteke zanebûn hebe dê derbixin holê dan. Lê piştî ji vir çûn daxuyaniya Serokê Komîsyonê Ayhan Sefer Ustun wisa bû 'me di bûyerê de tu qest peyda nekir. Di dîmenên heronan de nayê fêmkirin ku mirov û sewal kîjan in' Ev gotinên bi guman in. Em teqez vê yekê rast nabînin. Ji ber ku hemû endamên komîyonê ev yekê temaşe kirin. Wekîlên CHP, BDP û MHP'ê. Lê wekîlên AKP'ê ev yek cuda nirxandin. Yanî wekîlên AKP'ê gotinên serokwezîr Erdogan dubare dikin. Di komîsyonê de piranî wekîlên AKP'ê cih digirin me bi guman dikin. Ji ber ku rast nabêjin."
'Fetwaya Gulen pêk anîn'
Alma, da zanîn ku ferman û fetwaya komkujiyê ji aliyê Fethullah Gulen ve hate dayîn û hikûmeta AKP'ê û Serfermandariyê jî ev yek pêk anî. Alma, bilêv kir ku ew pêşiya bûyerê bernadin û wiha axivî: "Ji xwe kiryarê bûyerê AKP ye. Serfermandar û artêş e. Fethullah Gulen fetwa da. Serokwezîr û Serfermandar pêk anîn. Em dixwazin komîsyoneke ji rêxistinên serbixwe bê avakirin. Em teqez vê komîsyonê qebul nakin. Kiryar diyar in em tenê dixwazin derbixin holê."
MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK - DÎHA/ŞIRNEX