
Hesreta 27 salan
Hemwelatiyê bi navê Cemîl Yilmaz kesekî ji vî kervanê ye. Apê Cemîl ji bilî temenê xwe yê pêşketî tekoşîna xwe ya edaletê didomîne. Êşa 27 salan di dilê xwe kom kirîye. 27 sal berê di sala 1984 an de lawê Apê Cemîl di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Apê Cemîl ji agahîya mirina lawê xwe sendîye heta vê rojê ev 27 salin li hestiyên lawê xwe digere. Apê Cemîl dîyar dike ku tevî lawê wî hevalekê lawê jî havêtine nava gorê. Apê Cemîl ji bo hestîyên lawê xwe bibîne dikeve lêgerînê û bi hêviyeke mezin hatiye konferansê. Apê Cemîl hesretan salan wiha tine ziman: „Ez tenê hestîyê lawê xwe dixwazim bibim Nisêbînê û jê re goreke çêbikim.“
‘Hestiyên lawê xwe dixwazim’
Rêya Adîle Şaşmaz bi lêgervanên Edaletê re di konferansa „Li Tirkiyeyê Rastiya Gorên Komî“ de li hev hat. Di rûyê Adîle Şaşmaz de her xêz bîranîna 20 salan derdixe holê û êş a nav çavên wê hesreta wendahîyan destnişan dike. Lawê dayika Adîle ev 20 salin winda ye û tu agahîyek jê nayê sitendin. Dayika Adîle wiha got: „Me bihist ku li Kerboranê bi komî hatiye definkirin. Lê em nikaribun herin wêderê“ û sedema neçûna xwe bi gotina „Dewletê nehişt“ diyar kir. Dayika Adîle di berdewama gotinê xwe de xwesteka xwe ani ziman û wiha pêde çû: „Em li lawê min digerin. Hin malbat hestiyên xwe dîtin ez ji dixwazim!“
‘Gorên komî vekin’
Yek lêgerînvanê edaletê ya din Emîne Demirel e. Ji 1994’an şûnde ji keça xwe tu agahîyek nesitendiye û wiha dibêje; „Me bîhîstin ku şehîd ketiye û bi komî hatine definkirin. Ji bo ola îslamê ji mirovatîyê ji bo Xwedê wan efû bike ez ji ‘General’ Tayîp re bang dikim, Ey ‘Fermandar’ Tayîp û Abdullah Gul hûn dibêjin em Misilman in hûn diyar dikin ku we ol ê ji ‘mezinan’ hînkirîye. Wusa be dê hûn hêstirên çavên me rawestînin, êş û şewatên dilên me xelas bikin. Gorên komî vekin. An jî wek ‘firavûn’ hûnê di nav xwîna me de bixeniqin. Me heta niha ev ye qûbûl nekir û em dê qebûl nekin. Zarokên me yên ku mane wê ji bo vê dozê heta dawîya xwîna xwe tekoşîn bidin“.
‘Bi şevê çawa radikevîn?’
Yek ji dayikên ketine nava karwanê legerînê dayika Nifa Hesen a ji Qamişlo ya Suriyê ye. Kurê Nîfa Hesen di sala 1998’an li navçeya Şaxê ya Wanê li gel 42 hevalên xwe di gorek komî de hate veşartin. Dayika Nifa ji boneya kure we di gore komî de ye hatîya Tirkîye. Hesen wiha anî ziman; „Bila devlet ji me şerm neke ji me netirse. Şerm neke ne tirsê dê elbet tiştê windayî derkevin. Cihan tevde dibinê bi sedan sal in şer te kirin.“
‘Komîsyona Heqîqetê divê’
Hansê Akman ku keça wê 26 sal in derketiye çiyê hê jî agahî jê nayê girtin. Hanse wiha got: „Ez nizanim keça min sax e an na. Em dixxwazin Komîsyona Lêgerîna Heqîqet û edaletê bê avakirin û rastiyan ronî bike.“
SERTAÇ KAYAR/DÎHA/AMED
Gelo bi sedan kes di gorên komî de hatin înfazkirin?
Endama Komîteya Kesên Winda a Navneteweyî Evîn Hanish, diyar kir ku di nava 20 welatên ku xwestine gorên komî yên li Bosna Hersekê bên vekirin Tirkiye jî heye. Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku xwest ku demek beriya demek din Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê bê avakirin. Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar jî destnîşan kir ku şik û gumana 25 hezar endamên PKK’ê yên di gorên komî de hatine definkirin a bi saxî hatibin înfazkirin heye.
AMED /DÎHA
Li navçeya Motkiyê ya Bedlîsê endamên PKK’ê piştî hatin qetilkirin li sergoyê navçeyê hatibûn definkirin. Piştî gorên komî di sergoya navçeyê de hatin dîtin û kolandin pêk hat, derdorê sergo hatibû parastin. Lê derket holê ku dîsa sergo davêjin ser zibildankê. Hate zanîn ku li aliyê din moloz û xîzê jî davê ser gorên komî. Nûnerê ÎHD’a Bedlîsê Hasan Ceylan, anî ziman ku rayedar bi zanebûn li ser navê rê û xizmetê sergo, zibil û xîzê davêje ser gorên komî û dixaze cihê gorên komî winda bike û goran belav bike. Nûnerê ÎHD’a Bedlîsê Hasan Ceylan û Serkê BDP’a Motkiyê Çetîn Birlik hatin herêmê û li cihê gora komî komi lêkolîn pêk anîn. Piştî lekolînê Hasan Ceylan, anî ziman ku gorên komî bi zanebûn tên tahrîpkirin û tê xwestin ku wan winda bikin. Şaredarê AKP’î yê Motkiyê Vahdettin Barlak jî bi hinceta ne li cihê xwe ye agahî nedan. n SALİH SERTKAL/BÊDLÎS/DÎHA