Ebdo der barê zorahiyên ku pê re rû bi rû mane de, jî wiha dirêjî da gotinên xwe; “ Di serî de şêniyê herêmê qebûl kirin û razîbûnek nîşanî me nedan. Lê bi demê re dema ku dîtin em bi rastî dikarin xwediyê vê karî bin, niha jî hemû şêniyê herêmê dibêjin; ‘emê biçin nan ji nanpêja jinê ya Waşokanî bigirin.’ Her wiha di nava hemû firinên din de, nanê me hîn zêdetir tê ecibandin. Li gel vê di warê ziman de jî hinek zehmetî derketin pêşberî me. Ji ber bajarê Serêkaniyê di warê zimanan de pir dewlemede, me hemû ziman nedizanîn, ji lewra pêwîst bû em xwe fêrî zimanên din jî bikin. Lê em bi demê re fêr bûn. Bi vî rengî me hem bi karê xwe, hem jî bi rêya têkiliyên xwe bi şêniyê herêmê re karî em xwe bi her kesî bidin qebûlkirin.”
Nan ji YPG û YPJ’ê re dişînin
Ebdo her wiha der barê bandora rewşa şer a li ser karê wan jî got; “Bi awayekî fermî ev nêzî 2 meh in ku me dest bi karê xwe kiriye. Lê beriya wê jî me bi qasî 3’ê mehan kar kiribûn. Lê ji ber şer di bajarê me de pir giran bû, şert û mercên şer bû sedem ku em zehmetiyan bikişînin. Her roj balafirên şer, tank û top li ser serê me bûn. Vê yekê jî karê me asteng kir. Di wê pêvajoyê de hemû nanê ku derdiket, weke alîkarî me dişand ji hêzên YPG û YPJ’ê. Lê ev 2 mehe êdî her ku diçe rewşa ewlehî baştir dibe, ji ber vê di 2 mehên dawiyê de me bê navber karê xwe bi rêve bir.”
Her wiha Ebdo der barê peydakirina arvan û rewşa aborî ya nanpêja Waşokanî de jî ev agahî da; “Di demên destpêkê de kesên ku di projeyên jin de cihê xwe digirtin alîkarî ji me re dişandin. Lê niha dema ku em nanê xwe difroşin, êdî em aboriya xwe ji bo kirîna arvan derdixînin. Her wiha li bajêr aş jî heye em ji wir jî arvan peyda dikin. Di pêvajoyên destpêkê de ji ber sedema şer, nanpêjên din buhayê nanê xwe zêde kirin û êdî kesî nema ji wan nan kirî. Llê me buhayê nanê xwe zêde nekir û bi heman buhayî firot. Ji ber vê me dît ku eleqeyeke hîn mezintir li hember firina me çêbû. Niha jî em bi heman buhayî nanê xwe difroşin.”
Ebdo der barê keçên ku di nanpêja Waşokanî de kar dikin de jî wiha got: “Hemû keçên di firinê de kar dikin Kurd in, lê em dixwazin hemû jin û keçên ku li vê herêmê dijîn ên ji neteweyên din jî di nava me de cihê xwe bigirin. Her wiha hemû keçên ku di nanpêja Waşokanî de kar dikin ji aliyê malbatên xwe ve jî eleqeyek hatiye nîşandan. Di serî de jî hemû malbatan gotiye em dixwazin jin bi ser bikevin. Em jî weke keçên Kurd em dixwazin bi ser bikin û di warê xizmetkirina civakê de erkan bidin ser milên xwe.”
‘Em ji karê xwe hez dikin’
Di derbarê heman mijarê de keça ku kêfxweşiya xwe ji vê karî da diyarkirin a bi bavê Şêrîn Mio jî wiha hestên û nêrînên xwe tîne ziman; “ ji destpêka ku firin dest bi kar kir, ez di vê karî de cihê xwe digirim. Her wiha ez bi xwe gelek kêfxweşim, ji ber ez di kareke wiha de cihê xwe digirim. Ev cara yekeme ku di herêma me de karekî bi vê rengî bi rêve diçe û heyanî niha di nava civaka me de karên ku yekser keç cihê xwe tê de bigirin nehatiye kirin. Lê dema em bi xwe jî ketin nava vê karî me dît ku jin bi tena serê xwe dikare gelek karan bike, bêyî ku pêdiviya jinê bi mêr hebe. Her wiha em hemû keçên di vê karî de cihê xwe digrin jî em ji karê xwe hez dikin û zewqeke mezin jî ji kar xwe digirin.”
Xizmeta civakê ye
Mio li ser şêweyê karê nanpêjiyê ya rojane de jî wiha peyîvî; “Em ji êvarê de hevîrê xwe amade dikin, her roj di demjimêr 6’an de firinê vedikin. Dema em sibehê tên hevîrê me amede ye wiha em dest bi çêkirina nanê xwe dikin. Her kes erkên wan cuda ye. Di serî de em hemû bi hev re girêkên xwe amede dikin, piştre du kes nan vedikin, yek rûyê nan şil dike û yek jî di firinê de nan sor dike, firotinê jî em bi xwe dikin. Heyanî nan bê firotin yanê heyanî seatên êvarê jî em li firinê dimînin.”
Mio di dawiya gotinên xwe de bang li hemû keçan kir û wiha got; “Ez dixwazim hemû keçên vê herêmê di karên wiha de cihê xwe bigirin, ji ber bi rastî jin bi riya karên wiha hêza xwe nas dike û bi kêfxweşî xizmeta civakê dike. Her wiha gelek keçên me yên ku di malê de bê kar runiştine hene. Ez ji wan re dibêjim ku ew jî dikarin di karên wiha de, cihê xwe bigirin. Ji ber bi rastî belkî di serî de ev kar zehmet be, lê dema ku mirov fêrî kar dibe di mirovan de kêfxweşiyeke mezin dide avakirin.”
MEDYA DÊRSIM/SERÊKANIYÊ