
Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Salih Ebdo derbarê biryarên ENKS’ê yên li ser tevlîbûna Cenevre-2 ji ANHA’yê re axivî. Ebdo, diyar kir ku ENKS’ê bûye alavek di destê hêzên derve de û got ku biryara ENKS’ê li dijî berjewendiyên gelê Kurde û li dijî yekîtiya Kurdan e. Derbarê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ebdo destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Demî ya Rojave ji aliyê nûnerên hemû pêkhateyan pêk hatiye û ev tişt gotin:” Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk projeyeke demokratîke. Biryarên ENKS’ê yê derbarê Rêveberiyê ne di cihê xwe dene.”
Ebdo, da zanîn ku ENKS’ê berpirsyarê biryarên xwe û ev agahî dan: “ Ev meheke Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê li pey ENKS’ê ye ku tevlî civînên herdû meclîsan bibin. Lê ENKS’ê bersiva bangên Meclîsa Gel a Rojava pêk neanî.”
Ebdo, got ku ew yek ji partiyên di nava projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cihê xwe girtin û wiha dom kir:” Tevlîbûna nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de biryara me ya stratejîke. Em tu caran ji wê stratejiya xwe gavan paş de navêjin.” Ebdo, tekez kir ku heger ENKS’ê li ser biryarên xwe israr kir, ew ê xwe ji ENKS’ê bikşînin û xebatên xwe yên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de dewam bikin.
QAMIŞLO