Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, bîlançoya şerê 2 salan a navbera 24’ê Tîrmeha 2015 û 24’ê Tîrmeha 2017’an bi daxuyaniyekê eşkere kir.  Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de, li ser şerê 2 salên dawî agahiyên berfireh hatin dayin. Li gorî vê yekê 6353 leşkerên Tirk hatine kuştin, ku 72 ji van payebilind in. Her wiha HPG’ê di heman daxuyaniyê de diyar kir ku 1116 gerîla gihane şehadetê.

HPG’ê bi bîr xist ku li gel ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di nav şertên dijwar û tecrîdeke giran de ye, pêvajoya çareseriya demokratîk a ji bo ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di nav aştiyê de bijîn, di deklarasyona dîrokî ya di Newroza 2013’an de ji raya giştî re hat eşkerekirin. Piştî nîqaşên nêzî du salan di Sibata 2015’an de bi mutabaqata Dolmabahçeyê ya ji 10 xalan, çarçoveyeke giştî pêk hatibû. HPG’ê di dewamê de got, “Li gel van qewmînan, dewleta Tirk bi taktîka şerê taybet bi awiqandin û hewldanên xwe yên provokatîf diyar kir ku amadekariya şerekî giran dike. Ev şer jî ji pratîkên wê tê fêmkirin. Wekî ku di Plana Rûxandinê ya wan de jî tê dîtin, tifaqa AKP-MHP’ê ji bo îmhakirina tevgera me ya azadiyê, teslîmgirtina gelê me û Rêbertiya me bêbandor bike, di êrîşên xwe yên 2 salan de rastî berxwedana mezin a gel û gerîlayên me hatiye û tu encam bi dest nexistiye.” 


Şerê bajaran bû bersiv

HPG’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi berxwedanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) kir û got: “Dewleta dagirker rastî berxwedana gelê Sûr, Cizîr, Hezex, Nisêbîn, Şirnex û Geverê hatiye û piştre jî rastî berxwedana mezin a YPS’ê hat. Pê re jî plana wan a rûxandinê bi berxwedana bajaran rûxiyaye. Di heman demê de gerîlayên me bi giyanê fedaî li bajar û bejahiyan berxwedaneke bi heybet derxistiye holê û gerîlayên me diyar kirine ku gerîla têk naçe.”


Wê di têkoşîna Kurdistanê de bijîn

HPG’ê di daxuyaniya xwe de şehîdên vê pêvajoyê bi bîr anîn û got: “Li ber bîranîna şehîdan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soza xwe careke din dubare dikin ku wê di têkoşîna me ya ji bo azadiya Kurdistanê û Rêber Apo de her tim bijîn.”