Destpêkê, min nivîseke Hasan Bildirici xwendî bû. Bildirici, di nivîsê xwe de, li ser xuyanga Omer Guney ku Sakîne Cansiz jî di nav de sê jinên Kurd yên şoreşger li Parîsê qetil kir, li ser wê xuyangê... Bildirici digot, "ez wek senarîstek, wek romangerek bi vê yekê re mijûl dibim, difikirim û heta asoya xwe li ser xeyalgehê xwe kûr dibim, cê ka gelo Omer ku çekê xwe li pişta xwe derxist û xwe li ser Sara (Sakîne) wan ajot, gelo Sara bi çi nêrînê ve ji Omer nêrî? Gelo çi got? Di dev û lêvên wê de çi peyv derketin? Di çavên wê de gelo ronahiyeke çawa, çi nêrîn biriqî bû û çawa hewl da ku li şûna xwe rabe, bi hêsteke û bi dengeke çawa meşiya li ser Omer, çawa tevgeriya" û hew...

Birastî, wek Hasan Bildirici, ev yek gelek caran hatibû bîra min jî, lê mixabin, ji bo ku rûbirû min Sara nedîtîbû, li ber çavên min jî tu elametek diyar nebûbû. Wek nivîsereke senaryoyan, heke ev kar biketa li ser milê min, ezê hin xeyalên hê kûr ve bifikiriyama, lê wek însanekî bimeraq pêş ve neçûbûm.  
Piştre min belgefilîmek temaşe kir. Li wê filîmê, di hêstên nas û hevalên Sara de, di çavên xwişk û birayên wê de, di rûyê wan û dilopên ku li ser rûyên wan dihatin xwarê de, min ronahiya senaryoyên cûda cûda jî dît.
Ji wan axaftwanan yek diaxive: "Mesele ne mirin e. Em çiqasî ji însanan hez bikin jî dîsa zanin ku ew an jî em, dê rojek biçin ser dilovaniya xwe. Her kes dizane ku însan ji dayik dibe, dijî, û diçe gorê. Lê ya dijwar ew e ku, însan nikare Sara daxe bin axê û li wir dayîne. Hele bifikire, çawa destê însan biçe, dilê însan rake ku Sara dayîne bin  axê? Heke ji destê me bê, emê bang wê bikin û biqîrin,  bêjin ; "ka rabe, rabe derkeve, ev der ne ji bo te ye..."
Birastî jî Sara, li gorî jiyana xwe, (bi sedema taybetmendiya jiyana xwe) ji aliyê kêm kesî ve rûbirû hatîbû naskirin. Lê ew, di dîroka Kurdistanê de lihengek bû... Di jiyana wê de xuyangên wisa hatîbû jiyîn ku, ne di Îlyada ya Homerosê de, ne di şanoyên William Shakespearê de, ne tu xuyangên sînemayî ya din ve hatibû bi dest xistin, xuyangên wisa tahbet û wisa destlênegeriyayî, em bêjin heya niha hê nehatiye nivîsîn û qeyd kirin jî...
Ji wan xuyangan yek, xwîşka Sara qal dike: "Li girtîgehê Amedê, di tarîtiya wê demê de, di salonekî de, roja hevdîtinê ye. Û gelek însan, girtî, serdan, ziyaretvan, jin, mêr, zar û pîr, ji însanan zêdetir jî leşker hene... Leşker li ser pî ne, li ser serê wan însanan, wek cerdewan, wek celat sekinî ne, di destê wan de çek, cop û hesinên fermî, ber mahnan disekine... Dema hevdîtinê teng, wekî çirk bi çirk hijmartine... Lê Sara, di jiyana xwe de, ji tu zordestiyê re stuyê xwe xwar nekiriye. Sara radibe ser piyê û destê xwe datîne li ser masê. Bi dengeke bibiryar vedibêje: 'Kes ranabe!. Kes li şûna xwe nalive!' Îja piştî va dengê tew... Lêdan, îşkence, hewar û fîgan destpê dike..."
***
Emel, kar û ked girîng e, di şoreşa Kurdan de yên ku xwedî ked in, yên ku cesaretên nedîtî nîşan dane, û wisa tavgeriyane, yên ku jiyana xwe bi vê meşê de mezixandine û xelas kirine, gelek in... Lê wekî Sakîne Cansiz yên ku sekna xwe li her mercê parastine, li himberê tu dijwartiyê îrada xwe wenda nekirine, dewsa wê, hê sînga xwe dane ber şîdeta dijmin, ji tekoşînê nereviyane û tim û tim ber xwe dane, bi tirs an jî bi sedemeka din xwe paş ve nekişandine, ewana qehremanên vê şoreşê ya xwezayî ne. Sara jî ji wan yek e.
însanên bi vî hawî, ne tenê di şerê de, di her qada jiyanê de xwe bi xwe stargehek in. Ne tenê ji dost û rêhevalên xwe re, dijmin be jî, temam însanên zeîf û hêjar re jî parazgehek in.
Ez naxwazim xeyalên xwe ya li ser vê xuyangê zêde vekim, lê kî/ê zane, dibe ku rojek were, wek sînemager keseke bicoş û bihêz derkeve, cesaret bike û xeyalên xwe li ber çavên Sara bigerîne, xuyanga vê cînayetê, li pêş û paşiya vî xuyangê ve binivîse û lîstikvaneke jin ya xurt û bi cesaret jî derkeve, çavên Sara bi çavên xwe ve bide nîşandan... Tenê ew xuyang bi xwe, weke xuyangeke sînemayî, tev ji sînema ya dinyayê bibe... Kî/ê zane...