Neteweyên Yekbûyî li ser şer û rewşa gelê sivîl li Mûsilê bi taybet li rojhilatê Mûsilê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li Mûsil asta xwarin û vexwarinê êdî xilas dibe, ev jî metirsiyek mezin li ser jiyana gel dide çêkirin.
Operasyona rizagkirina Mûsilê di roja 17’ê Cotmehê de despêkiriye. Mûsil bajarê herî mezin ê di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye. Artêşa Iraqê jî hewl dide li rojhilatê Mûsilê ve sivîl û çeteyên DAIŞ’ê ji nav hevdû derxîne.
Têkildarî rewşa sivîlên Mûsilê Ofîsa Danûstandina Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî li Îraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ji ber li rojhilatê Mûsilê şerên giran di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê de rû didin, rewşa welatiyên li vê herêmê di metirsiyê deye û heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de balkişand ser kêmbûna xwarin û ava bajêr jî û wiha got: “Li gorî ew xwarin û ava di nav bajêr de heyî, êdî xilas dibe. Ev jî ji welatiyên wir re metirsîdare. Me bi raporan balkişandibû ser nemana xwarin û avê li nav bajêr.”
Li gorî serçaveyekî navxweyî ji ajana Reuters’ê re ragihand ku ji ber şer û avêtina çekên giran boriya ava vexwarinê li rojhilatê Mûsilê hatiye teqandin û ava 650 hezar kesan hatiye birîn.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî, şaxê zarokan ya li Iraqê UNICEF, Peter Hawkins ji Reutersê re ragihand ku ew boriya avê ya li rojhilatê Mûsilê hatî teqandin, bû sedema birîna ava sê aliyên bajêr. Artêşa Iraqê jî bi tankeran 35 km av digihîne herêmên rizgarbûyî.
Operasyona rizgarkirina Mûsilê di roja 17’ê Cotmehê de destpêkiriye û heta niha berdewame. Operasyon bi pêşengtiya artêşa Iraqê û Pêşmergeyan bi alîkariya balafirên Koalisyonê berdewam dike. Piştî sala 2003’an mezintirîn operasyone ku li Iraqê despêkiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN