Dehbeyekî zirîpoş ê hezar û 36 kîloyî, piştî ku xwarina xwe xwar bi xew ve çû û beriya bi 112 milyon salan mir. Zanyar niha dizanin wî herî dawî çi xwaribû, ji ber ku fosîla vî dehbeyî bê qisûr hatiye parastin. Ew li parêzgeha Alberta ya li Kanadayê, li kaneke şirketa Suncor Millennium de sala 2011´an hatibû dîtin. Şert û mercên taybet û neasayî kirine ku ev dînozorê ji cûreyê nodozor ku weke ejder jî tê bi nav kirin, yê zemanê berê weke xwe bê mihafezekirin. Piştî ku mir, laşê dehbeyê dikişe nava deryayê, hin gazan dora laş girtiye, bi wî rengî ser av maye, heta ku li devereke oksîjena wê pirr kêm binav bûye. Deverên wisa jî bêqisûr in ji bo mihafezekirinê. Û zirîha wê ya hestûkî jî diyar e ku goştxwurên deryeyê tirsandine. Di encama lêkolîna mîdeya dehbeyî ya bi qasî gokekê mezin de derket holê ku ev nodozorê weke Borealopelta markmitchelli tê binavkirin, welê her tişt nedixwar. Wî mendo (tilîper) xwarine, lê tenê hin ji wan û tenê hin deverên wan. Ev ji sedî 88´ê xwarina wî bûye, wekî din darik û qurm ji sedî 7 û komir (muhtemelen xwe bi xwe pê derman dike, çawa ku îro gelek heywan dikin) jî ji sedî 6´ê xwarina wî bûye. Lêkolîner bibêjin, qîma xwe welêî bi her tiştî nedianî jî, mirov dikare bi rengekî din jî şirove bike; vî dehbeyî giya bi temamî ne dixwar û bi carekê nedikuşt. Bi vê jî hem dihişt giya bê ser hemdê xwe û hem jî bizirê xwe karibe belav bike. Yanî ne bi fikr û îdrak be jî, dibe ku bi genetîka xwe wî ev dikir. ALBERTA