Meclîsa Ciwanan û Meclîsa Jinên Ciwan ên HDP’ê di çarçoveyê kampanyeya “Nebe muptela, azad bibe” de, li Cizîrê lîstika şanoyê “Xwazgînî” ya bi Kurdî nîşanî Cizîriyan da û Cizîriyan jî gelekî hez jê kir.

Lîstika şanoyê li Mala Dengbêjan a Botanê ya ser bi Şaredariya Cizîrê hat nîşandan. Rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, Hevşaredarên Sîlopî û Cizîrê û gelek welatiyan li lîstikê temaşe kir. Meclîsa Ciwanan pankartên “Ji Cudî heya Heskîfê Ciwan Xwezayê Diparêzin”, “Jinên Ciwan li diji faşîzma zilamsalarî serî hildidin”, “Ji bilî me wê ti kes bi ser nekeve” û “Me bi ciwantî dest pê kir û emê bi ciwantî bi ser bixin” bi holê ve kirin.

Koma Şanoyê ya Amedê lîstêka Xazgînî nîşan da. Piştî lîstikê, tîmên futbolê yên di turnuwaya futbolê ya Meclisa Ciwanan de bi ser ketîn, hatin xelatkirin.

 

MA/ŞIRNEX