Xwe avêt ber erebeya serokwezîr
Dewleta Tirk a dagirker, di êrişên xwe yên qirkeriyê de sivîlan dike hedef. Li Sîdekanê koçerên Kurd ketin ber bombebaranê û welatiyek şehîd bû. Kurdistanî û dostên wan li seranserê Ewrûpayê êrişan şermezar dikin.
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên qirkeriyê li Kurdistanê dewam dike. Di êrişa li dijî koçerên Sîdekanê de sivîlek şehîd bû. Kurdistanî û dostên xwe çalakiyan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk didomînin. Di çalakiyan de êrişên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Mexmûrê hatin şermezarkirin.
Çalakî li Awusturya, Ingilistan, Elmanya, Helsînkî û Franseyê pêk hatin. Koma YNK’ê jî li parlamena federal li Bexdayê xwest dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bê anîn. Wezareta Karê Derve ya Iraqê jî fermî xwest dewleta Tirk dawiyê li dagirkeriyê bîne.
Yek ji devera çalakiyên Kurdan lê mezin dibe, London e. Di çalakiya doh a li Londonê de rewşeke balkêş qewimî. Serokwezîrê Ingilistanê Borris Johnson li parlamentoyê beşdarî civînekê bû. Di dema derketinê de çalakiyek hat kirin û Kurdê bi navê Diyar Kurdî xwe avêt ber erebeya serokwezîr. Erebeya notirvanên serokwezîr jî li erebeya serokwezîr qelibî. Polêsan Kurdê xwe avêt ber erebeyê paşê bire nezaretê. Bûyerê di çapemeniya Ingilîz de gelek cih girt. Lê mîna sansureke xurt li ser Kurdan hebe, tenê “protestokerên Kurd” dibêjin. Qala zilm û zora dewleta Tirk nakin. Ji bo bûyerê jî têne gotin, serokwezîr qeza kir.
Li Ewrûpayê çalakiyên Kurdan û dostên wan
Çalakiyên Kurdan li bajarên Fransayê Marsîlya, Mulhouse û Villiers Le Belê ê jî didomin. Li Marsîlayayê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, li Mulhousê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad û Villiers Le Belê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Azad pêşengiya çalakiyan dikin. Di çalakiyan de êrişên dewleta Tirk û polîtîkayên wê yên înkar û qirker hatin şermezarkirin.
Li bajarên Elmanyayê Nurnberg, Stuttgart û Hildesheimê jî çalakî hebûn. Di çalakiya li Stuttgartê de tevî Kurdistaniyan dostên wan, DTKM, MLKP û sosyalîstnên Elman jî cih girtin.
Li paytexta Awusturya Viyanayê jî Kurdistanî û dostên xwe li ber Operayê çalakiyek kirin. Li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê jî Kurd û dostên xwe li meydanê bûn.
Koma YNK’ê li Parlamena Iraqê êrişên dewletên Tirk û Îranê yên li dijî Şengal, Mexmûr, Biradost û bi giştî Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Koma YNK’ê êrişên Tirkiyeyê weke binpekirina serweriya axa Iraqê bi nav kir û bang li Iraqê û hêzên navneteweyî kir, da ku dawî li hebûna leşkerên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê bînin.
NAVENDA NÛÇEYAN