
Civîna Damezirîner a Meclîsa Sivîl a Reqayê li Navenda Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya li bajarokê Eyn Îsayê dest pê kir. Hevseroka MSD´ê Îlham Ehmed di civînê de bang li şêniyên Reqayê kir ku xwe bi awayekî çalak bi rê ve bibin.
Komîteya Amedekar a Meclîsa Sivîl a Reqayê piştî amadekariyên 9 mehan, doh Civîna Damezirîner a Meclîsê Sivîl a Reqayê li bajarokê Eyn Îsa li dar xist. Kongreyê bi şîara “Biratiya Gelan û jiyana Hevbeş, misogeriya neteweya demokratîk e” dest pê kir.
Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Rêveberiya Minbicê Farûq Maşî, Hevserokên Meclîsa Rêveber a Minbicê Ibrahîm Qeftan û Zeyneb Qenber, Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan Ebd, Berdevkê QSD`ê Mîralayî Telal Silo, Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed û endamên MSD`ê amade bûn.
Cihê civînê bi ala QSD, MSD û wêneyên têkoşeran hat xemlandin.
Civîn bi beşdariya 110 delegeyên ji hemû êlên Kurd, Ereb û Tirkmen û ciwanên ji herêma Reqayê û rewşenbîr û kesayetên serbixwe bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, Endamê MSD`ê Omer Elûş bixêrhatina beşdaran kir û rola komîteya amadekar di lidarxistina civînê de rave kir. Piştî hilbijartina endamên dîwana kongreyê ya 5 kesî, civînê bi axaftina Telal Silo dest pê kir.
Armanc avakirina Meclîsa Sivîl a Reqayê ye
Piştî axaftina bixêrhatinê ya endama Meclîsa Sûriya Demokratîk Umer Elûş, rapora Komîteya Amadekar a derbar girîngiya avakirina Meclîsa Sivîl a Reqayê û qonaxên ku bajarê Reqayê di wan re derbas bûye, hate xwendin.
Di raporê de hat gotin, “Li ser hestên berpirsyariyê, me biriyar da ku amadekariyên merheleya avakirinê bikin. Li ser vê yekê me biryara avakirina komîteya amadekar da ku dê bibe bingehê meclîsa sivîl a ku wê kar û barên Reqayê bi rê ve bibe.
Nîqaşên me ji hemû aliyan ve hem ji hundir û hem jî ji derve ve dest pê kir û bi encama lidarxistina vê civînê bi dawî bû. Di vê civînê de nûnerên hemû çalakiyên civakî, siyasî, çandî û kesayetên pispor amade bûn. Armanc ji vê civînê avakirina çarçoveyeke siyasî sivîl e ku wê karibe armancên civakê di azadî, rêxistinî û wekheviyê de pêk bîne û avakirna sîstemeke siyasî, demokratîk, pirreng li ser bingehê jiyaneke hevbeş ku Sûriya bi giştî û Reqayê bi taybet bibe mînak.ʺ
Banga MSD´ê li xelkê Reqayê
Piştî xwendina raporê, Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Ilham Ehemd axivî û avakirina Meclîsa Sivîl a Reqqayê li gelê Sûriya û Reqqa pîroz kir.
Ilham Ehmed sedema kurbûna aloziya û derbasbûna çeteyan ji bo Sûriya û pêkanîna komkujiyan spart rêjîma Sûriya û wiha got: ʺBaeriya gelê Bakûrê Sûriya bi Hêzên Sûriya Demokratîk heye ku dê hemû herêman ji zulm û komkujiyên çeteyan rizgar bike. Bi saya berxwedaniya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û şêniyên herêma Reqqayê em îro li vir kom bûne û kongre li dar dixin.ʺ
Ilham Ehmed hêvî kir ku jin û ciwan rola xwe bi awayekî aktîv di meclîsê de bilîzin da ku mejiyê ciwanan ji zihniyeta desthilatdar ku DAIŞ‘ê çandibû rizgar bibe û bang li şêniyên bajarê Reqqayê û gundewarên wê bi xwe, xwe bi rêve bibin da ku ji hemû astengiya rizgar bibin.
Hevseroka MSD´ê Ilham Ehmed di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew ji bo avakirina jiyaneke azad li Reqayê danûstandinên aştiyane dikin û neteweya demokratîk pêk tînin.
Encamnameya Meclîsa Sivîl a Reqayê

Encamnameya Civîna Damezirîner a Meclîsa Sivîl a Reqayê piştî ku civîn bi dawî bû ji aliyê Endamê MSDʹê Umer Elûş ve hate xwendin.
Di encamnameyê de tê gotin ku ji bo avakirina civakeke azad û wekhev, divê sîstemeke demokrtîk, pireng û nenavendî were avakirin û nirxên biratiya gelan û jiyana hevbeş a li ser bingeha Neteweya Demokratîk were avakirin.
Ji bo pêkanîna van armancan, beşdaran Meclîsa Sivîl a Reqayê ava kirin, da bajar piştî rizgarkirinê ji milên dad a civakî, xizmetên tenduristî, parastin, xwendin, jin, ciwan û ragihandinê ve, were rêvebirin.
Piştî avakirina Meclîsê, Leyla Mustefa û şêx Mehmûd Bersan wekî Hevserokên Meclîsê hatin hilbijartin.
Biryarên di civînê de hatin girtin:
* Divê şêniyên koçber vegerin warên xwe û geşkirina ruhê hevgirtin û hevkariyê di navbera gelê bajêr de pêş bikeve.
- Xurtkirina xebatên parastinê, da bajar bi ewle bibe.
- Piştî ku bajar bi temamî were rizgarkirin, dê Meclîs ji nû ve were avakirin da hemû gelên herêmê bigire nav xwe.
- Divê jin û ciwan pêşengiya civakê bikin.
- Bajar û gundewarên wê dê bi riya avakirina avakirina Meclîsan were birêvebirin.
- Aktîfkirina hemû Sazî û Desteyên ku ji ber rewşa şer ziyan dîtine.
- Meclîsa Sivîl a Reqayê spasiya şervanên QSD′ê yên leheng dike ku ew di Hemleya Xezeba Firatê de gelek fedekarî kirin.
- Navenda Meclîsê bi awayekî demkî li bajaroka Eyn Îsa tê avakirin, heta bajarê Reqayê rizgar bibe.
- Meclîsa Sivîl a Reqayê da zanîn ku hemû parêzgehên Sûriyê li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş, wan re bûn alîkar.
Beşdaran bang li civaka navneteweyî kir ku ji gelê Reqayê re bibe alîkar, da bikaribin bajarê xwe ji nû ve li ser bingeha azadî, wekhevî û demokrasiyê ava bikin.
GIRÊ SPÎ