Zîlan Vejîn: Ambargoyên siyasî û aborî yên DYE´yê bandor li ser Îranê kiriye. Îran ji bo xwe ji vê rizgar bike, ketiye nava hewldanan. Dixwaze bi rêya welatên cîran ji krîzên aborî xwe xilas bike.
RÊBAZ HESEN / ANF / QENDÎL
Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn bal kişand ser ambargoya li ser Îranê û got, “Îran di warê siyasî û aborî de her diçe tengav dibe û bi rêya Tirkiyeyê û çend welatên derdorê hewl dide xwe rizgar bike.”
Zîlan Vejîn li ser mijarên siyasî yên li Îranê, guherînên li herêmê û çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî.
Vejîn got, qonaxa ku gelê Kurd tê de ye, qonaxeke dîrokî û hestyar e, nexasim di warê hevdîtinên dîplomasî û eskerî de. Wê hevdîtinên Îranê yên bi aliyan re û tevlîbûna wê ya nav van civînan jî bi gotinên “bandoreke siyasî û aborî li Îranê dike” nirxand.
Desthilatdariya Îranê ji bo nemire diperpite
Hevseroka PJAK’ê Vejîn, bal kişand ser hewldanên xwe rizgarkirinê yên Îranê ji krîzên aborî û siyasî, û got: “Îran ji bo xwe ji krîz û qeyranên aborî û siyasî rizgar bike, ketiye nava liv û tevgerê. Lê ev hewldan ne li xêra civaka Îranê ne, ji bo dirêjkirina temenê hikûmeta Îranê ye.”
Vejîn bal kişand ser ambargoyên aborî û siyasî yên li ser Îranê û wiha peyivî: “Ambargoyên siyasî û aborî yên DYE´yê bandor li ser Îranê kiriye. Îran nikare heta astekê xwe xilas bike. Ji bo vê jî ketiye nava rêze hevdîtin û civînan. Îran ji bo xwe ji vê rizgar bike ketiye nava hewldanan û tevgerên bi Tirkiye, Iraq, Sûriye û hinek welatên Ereb ên derdorê re. Dixwaze bi rêya van welatan ji krîzên aborî xwe xilas bike û rêyeke ketina nav welatên cihanî ji xwe re veke.”
Civak divê xwedî li serhildana gel derkeve
Hevseroka PJAK’ê diyar kir ku ya girîng divê karker, mamoste, jin û pêkhateyên civakê hemû li dora serhildana gelê Îranê ya par a li dijî rejîma Îranê, bibe yek, bi yek dengî daxwazên xwe îfade bike da ku encamê bigirin.
Vejîn anî ziman ku hêzên derve ji bo berjewendiyên xwe dixwazin dest li Îranê werdin û wiha pê de çû: “Niha gelek hêzên derve ji bo berjewendiyên xwe hesab li ser Îranê dikin, hewl didin guherînan li nava Îranê bikin. Lê nikarin Îranê bi temamî birûxînin. Halê hazir her siyaseteke ji derve li dijî Îranê bi rê ve biçe, dixwazin li gorî berjewendiyên xwe kar bikin. Ji bo wê têkoşîna esasî, têkoşîna gelan e ya ku li Îranê wê bi rê ve biçe.”
Zalim in ji Kurdan re
Vejîn bi domdarî got, rejîma Îranê zilmê li Kurdan dike, weke gelekî bindest li wan dinihêre. Li gorî wê rejîm zilmê li Ereb, Faris, Azerî û hemû civakên din ên Îranê jî dike. Di dewamê de wê got, “Niha gelê li Îranê serdest Faris in, lê pirsgirêkên Farisan jî bi rejîma Îranê re hene, wê napejirînin. Dîsa mezheb û ayînên li Îranê siyaseta heyî ya rejîma Îranê napejirînin.”
Li gorî wê destwerdanên ji derve, nexasim ên DYE´yê rewşa li welatên destwerdayî xirabtir dike û wiha dewam kir: “Heger her sazî û hîzbeke Îranî piştgiriya hêzeke derve bike, gelê Îranê vê yekê napejirîne û piştgiriya van hêzan nake. Çareseriya gelan hemûyan yekîtî û jiyana bi hev re ye.
Çavê gel li jiyanê û demokrasiyê ye. Lê sîstema niha li ser esasê mezhebî û Şîa zilm û zextê li gel dike. Ev çil sal in, ev rejîm her roj li Îranê êşkence û kuştinê li ser civakê ferz dike.
Şoreşa niha girîng e ku ji aliyê gel ve tê birêvebirin. Her sîstema ku bê danîn divê bi vîna gel be.”
‘Li Rêber Apo xwedî derkevin’
Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û got: “Niha bi dirûşma ‘Tecrîdê têk bibin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ di serî de li Kurdistan û zindanên Tirkiyeyê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo li her devera cihanê çalakiyên grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Em PJAK jî tevlî vê pêngavê dibin û dem hatiye ku bi şêweyekî giştî xwedî li Rêber Apo derkevin. Tevlîbûna her çalakiya ji bo Rêber Apo, erkeke exlaqî û neteweyî ye. Ji ber ku her kar û tecrîda li dijî Rêber Apo di heman demê de li dijî hemû gelan e. Şikandina tecrîdkirina Rêber Apo, şikandina tecrîdkirina gelê Kurd e.”