Siyasetmedara Kurd Gulîzar Taşdemîr ku ji bo penaberiya siyasî serî li Norwêcê dabû û tedawî dibû, radestî Tirkiyê hate kirin. Bi vê kiryarê Norwec bû sedem ku li Tirkiyeyê keseke din li girtiyên nexweş zêde bibe.

Gulîzar Taşdemîr ku ev biqasî 27 salan e di nava têkoşîna azadiya gelê Kurd de bi awayekî çalak cih girt, 7’ê Hezîrana 2015’an li Norwêcê ji bo penaberiya siyasî serlêdan kiribû. Taşdemîr a ku bi nexweşiyeke giran e, li gel helwestan û şertên zextê yên faşîst ên Tirkiyeyê jî diyar bû ku hate dersînorkirin. Ev dersînorkirin ku li Tirkiyeyê mafê mirovan, azadî û hiqûq rabûye, ji bo mafê penaberan rewşeke nû û metirsî nîşan dike.

Taşdemîr, sala 2015’an piştî ku serî li Norwêcê dabû serlêdana wê nehatibû qebûlkirin. Lewma îltîcayî Elmanyayê kiribû. Vê carê jî bi hinceta peymana Dûblînê ew li Norwêcê vegerandibûn.

Ewleyiya wê tine

Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê (TJK-E) beriya ku Taşdemîr were dersînorkirin bi daxuyaniyekê gotibû, “Tê xwestin ku Taşdemîr bikin qurbana yasayan.” TJK-E’yê xwestibû ku Taşdemîr neyê dersînorkirin û domandibû, “Li Tirkiyeyê hê jî Rewşa Awarte heye. Li Tirkiyeyê, di rejîma yekdestî de ewlehiya jiyanê ya mirovên ne xwedî nasnameyên siyasî jî nemaye. Diyar e ku ewlehiya jiyanê ya Taşdemîr, ku bi nasnameya siyasî tê naskirin, tine ye.”

Hejmara girtiyên nexweş zêde neke

Beriya ku Taşdemir were teslîmkirin TJK-E daxuyaniyek weşandibû û îşaret bi rewşa tenduristiya Taşdemir kiribû ku ne baş e. Daxuyanî bi vî rengî bû: “Pirsgirêkên tenduristiyê yên birêz Akdemîr giran in û eger radestî Tirkiyeyê were kirin wê yekser li girtîgehê bê bicihkirin ku 250 hezar girtî û hikumxwar lê ne. Li gorî daneyên ÎHD’ê, li girtîgehên Tirkiyeyê 402 girtiyên bi nexweşiyên giran hene ku rapora ‘nikare li girtîgehê bimîne’ ji wan re hatiye dayin. 154 ji van jî girtiyên siyasî ne. “