Elmanyayê ji berê ve herçî têkiliyên bi Tirkiyeyê re ne, xwe nêzî Tirkiyeyê kir, li aliyê wê bi neheqî cih girt. Herî dawî jî di mijara Rojava de ji ber Tirkiyeyê, alên YPG, YPJ û PYD´ê jî qedexe kirin. Lê van hemûyan jî kar tê nekir. Dawiya dawî rûyê xwe reş kirin, pêl rûyê xwe kirin û li dijî tevgera azadiya gelê Kurd, li ser wî hesabî bi Tirkiyeyê re li ser penaberan bazarek kirin ku navê wê jî bû bazara penaberan, di wê astê de ku serokwezîra Elmanyayê bi xwe çû ber lingê Erdogan û beriya hilbijartinên Çiriya Pêşî ya sala 2015´an destek da Erdogan. Ango her kes fêr bûbû ku Elmanya her li ber şantajên Enqerê serê xwe bi tewîne, yan jî di ber hin tiştan de zextên li dijî siyasetvanên Kurd li Elmanyayê zêde bike.

Lê belê doh daxuyaniya wezîrê karê derve yê Elmanyayê Sigmar Gabriel, piştî gotinên Merkel ên bi heman rengî, nîşan da ku Elmanyayê xwe ji Tirkiye û Erdoganî re kir cilik, lê dîsa jî nebû, negihişt a xwe. Sigmar Gabriel ev yek bi gotinên "Êdî sebra me nema" îfade kir. Ango Berlîn êdî li hemberî êrîş û şantajên Enqerê xwe neçar dibîne helwêsteke nû ya siyasî diyar bike.

Dewleta Tirk û AKP´ê welatiyên Elman ên parêzvanên mafê mirovan û rojnamevanm rehîn girtin û ji Elmanyayê dixwaze ku kesên ku ew wekî endamên cemaeta Gulen gunehbar dike, teslîmî wê bike. Ango siyaseteke pevguherînê li serê ferz dike. Raya giştî ya Elman û mixalefetê li ser vê yekê gelek zext kir li hikûmetê da ku bersivên cezayî bide. Di encamê de hikûmeta Merkel welatiyên xwe hişyar kir da ku neçin Tirkiyeyê.


Siyaseteke nû tevî mueyîdeyan?

Ev demeke dirêj e ku serokkomarê Tirk Erdogan û hikûmeta AKP´ê şantajî li Elmanyayê dikin, û Elmanyayê jî serî li ber wan ditewand. Bi daxuyaniya doh a wezîrê karê derve yê Elman Sogmar Gabriel (SPD) re em dizanin "êdî sebra Elmanyayê nemaye". Ev di heman demê de şarete yekser a hişkbûna siyaseta Elmanyayê beramberî Tirkiyeyê ye.

Gabriel di daxuyaniya xwe de behsa alîkariyên Yekîtiya Ewrûpayê û qutkirina wan kir, welatiyên wê yên diçin Tirkiyeyê, di sezona bilind a tûrzîmê de hişyar kirin û da zanîn ku "ne mumkin e ew şirketên Elman ên ku diçin Tirkiyeyê vebêrhênanan bikin teşwîq bikin, yan jî hişyar nekin, tema ku rewş ev be". Ango ew ê garantiyên krediyan ên ji bo van şirketan di ber çavan re derbas bikin û muhtemelen garantiyên nû jî nedin.

Bi her halî, ev cara yekem e ku hikûmeta Elman li hemberî şantaja Tirkiyeyê di pratîkê de bersivê dide, dîsa jî diyar nîne ka ew ê li ser ya xwe bimîne yan na. Lewma beriya niha hikûmeta Merkelê di bin navê "em li hev tên" de gavên ku AKP´ê xurt bikin avêtibûn.

yapmıştı. 


Hikûmetê biryara hevbeş da

Di civîna çapemeniyê de wezîr Sigmar Gabriel îşaret pê kir ku ew beriya civînê bi serokwezîr Merkel  û bi şirîkê hikûmetê SPD´ê re peyiviye û ev biryarên wan ên hevbeş ên şirêkên hikûmetê ne.

Gabriel behsa gritina Peter Steudtner kir ku 22. Elman e ku piştî darbeya Erdogan hatiye girtin û wiha peyivî „Ti elaqeya Steudtner bi Tirkiyeyê re nîne. Ne pisporê Tirkiyeyê ye, li ser siyaseta Tirkiyeyê nenivîsiye. Tevî vê jî roja 5´ê Tîrmehê polêsê Tirk ew bi gunehbariya ´terorîst e´ kir bin çavan."


Edî sebra Elmanyayê nema

Wezîr bi bîr xist ku 9 welatiyên Elman hîna di girtîgehê de ne û got "Mafê dîtina konsolos ê li gorî hiqûqa navneteweyî nadin wan. Li hemberî her provokasyonê em hestyar nêzîk bûn. Li hemberî îfadeyên nabe werin qebûlkirin, em bi sebr û semax bûn. Lê êdî sebra me nemaye."

Gabriel di axaftina xwe de got, Tirkiye ne tenê bi nirxên Yekîtiya Ewrûpayê (YE), bi yên NATO´yê re jî li hev nake û da zanîn ku Elmanya wê siyaseta xwe ya Tirkiyeyê ji nû ve bisêwirîne. Der barê mueyîdeyên li dijî Erdogan û AKP´ê jî Gabriel navê sê binebeşan hilda; "Alîkariyên YE´yê", "hişyarkirina turîstan" û "di ber çavan re derbaskirina garantiyên krediyan".

Gabriel wekî din da zanîn ku ew ê li YE´yê hewl bidin ku alîkariyên ji bo Tirkiyeyê bên qutkirin. Wî îşaret bi desteserkirina milkan ji ber sedemên siyasî kir û got, li welatekî wisa, em ê garantiyên krediyan ji bo şirketên Elman ên li wir veberhînanan dikin, di ber çavan re derbas bikin. Di axaftina xwe de wî her wiha got, her Elmanê diçe Tirkiyeyê bi tehlûkeyê re rûbirû ye. 

Li ser navê Erdogan, berdevkê wî Îbrahîm Kalin daxuyaniyek da û îdîa kir ku ev helwêsta Tirkiyeyê ji bo siyaseta navxweyî ye û gotinên "Peyvên ji hedê xwe zêde hatin bikaranîn." 


Pevguherîna rehîneyan bi kevne generalan

Li gorî rojnameya Elman Bildê, Erdogan pêşniyazî Elmanyayê kiriye ku ji bo rojnamevan Deniz Yucel ê di bin çavan de du kevne generalên Tirk ên li Elmanyayê teslîmî Tirkiyeyê bên kirin. Rojname nûçeya xwe disipêre, çavkaniyên dîplomatîk ên Elman, û dibêje, li Berlînê ew hizr heye ku Tirkiyeye Elmanên girtî wekî rehîne bi kar tîne. Rojname wekî din dibêje, Erdogan bi şexsê du caran bi awayekî sergirtî gotiye, heger du kevne generalên Tirk ên li Elmanyayê teslîmî wî bên kirin, ew dikare di berdêla vê de Deniz Yucel berde; lê wezareta karê derve bersiva bazareke bi vî rengî ne mumkin e daye.


Mercedesa di bin de terorîst e

Rojnameya Elman Die Zeitê da zanîn ku Tirkiyeyê lîstyeyeke ku tê de şirketên mezin jî hene daye rayedarên, û gotiye ev şirket "alîkariyê didin terorê". Li gorî nûçeyê hikûmeta AKP´ê ev lîste daye Dayreya Sûc a Federal a Elman (BKA) û di lîsteyê de navê 68 kes û şirketan hene. Di nava van şirketan de hilberînera markeya Mercedesê, Daimler jî heye. 

BKA´yê ji rayedarên Tirk delîl xwestine, lê wan ti bersiv nedaye. Rayedarên Elman li Berlînê ev lîste "absurd" û "cihê pêkenînê" nirxand. Bi her halî, tevî lîsteyê jî, maşînên meqam ên rayedarên dewleta Tirk bi pirranî Mercedes dîmînin. 



 NAVENDA NÛÇEYAN