Li bajarê bakurê Elmanyayê Bremenê li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê panelek hate lidarxistin. Qisekeran got, li dijî AKP-MHP’ê alternatîfa yekane HDP ye û ji hemû dengdêran bi taybetî ji Elewiyan xwest ku xwe li HDP’ê bigirin.

Di panelê de namzetê HDP’ê yê Stenbolê Tûrgût Oker û Hîndekara Zanîngeha Bremenê, Fatma Karakaş Dogan weke qiseker beşdar bûn.

Panel li Navenda Çanda Elewiyan (AKM) pêk hat û tevî mirovên çepgir-sosyalîst, demokrat bi sedan kes beşdar bûn.

Serokê AKM’ê Mûstafa Kayişinkisa diyar kir ku dewleta Tirk ji hev dikeve, û got, “Bi HDP’ê re wê bingeha sîstemeke demokratîk bê danîn.”

Em neçin ser sindoqan em ê qels bin

Ji panelîstan Fatma Karakaş Dogan jî li ser sîstema nû ya serokkomariyê agahî dan û got, mînakeke vê sîstemê li cihekî din ê dinyayê nîne û hemû erk di destê şexsekî de ne.

Dogan got, li derveyî Tirkiyeyê dengê AKP’ê zêde nînin, lê ew dengdêrên xwe qanih dike ku biçin ser sindoqan, û wiha peyivê, “Em naçin ser sindoqan. Heger em di vê demê ve bi vê erk û berpirsyariya xwe ranebin, em ê hemû li pêşberî sîstemê mîna gêrîkan gelekî qels bimînin.”

Namzetê HDP’ê yê Stenbolê Tûrgût Oker jî anî ziman ku çareseriyên şexsî pirsgirêkan naqedînin û got, ji bo mîna Sêwas, Çorûm, Mereş û Gazî komkujî rû nedin, divê Elewî bi berpiryarî rabin û li dora HDP’ê bicivin. Oker destnîşan kir ku Elewî tenê dikarin xwe li nava HDP’ê îfade bikin û got, “Xwegirtina li HDP’ê li felsefeya Elewiyan jî tê.”

ANF/BREMEN