Li eyaleta Elmanyayê Bavyerayê Kurdistaniyan ji bo azadiya Ocalan tûra bisiklêtê kir, polîsan bi daxwaza ku çalakger posterên Ocalan daxin, çalakger asteng kirin. Çalakgeran ji bo vê helwestê şermezar bikin dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Ji bo ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, pêr li Eyaleta Bavyerayê Kurdistaniyan tûra bisiklêtê da destpêkirin, doh jî li Ingolstadê, li bajarokê St. Egidi polîsan çalakger asteng kirin.
Polîsan xwest ku posterên Ocalan werin daxistin, çalakgeran jî li ser vê yekê li ber xwe dan. Kurdistaniyan ji bo ku helwêsta polîsan şermezar bikin çalakiya rûniştinê da destpêkirin.
ANF/INGOLSTADT