MÛRADA KENDA/EHMED MIHEMED / ANHA/EYN ÎSA

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cara yekeme pergaleke ku vîna hemû pêkhateyan dipareze pêk tê. Dewleta Tirk ku xwe li vê pêkhatinê ranagire her tim gef lê xwarin. Ji destpêkê û heta niha bi ambargoyên aborî, siyasî û li hindek deveran jî bi êrişên leşkerî xwest pergala Rêveberiya Xweser têk bibe. Ji bo vê bi awayekî eşkere piştevaniya çeteyên DAIŞ’ê jî kir. Lê dîsa jî ev pergala ku hêza xwe ji gelên herêmê digire, tevî astengiyan jî bi serkeftina têkbirina DAIŞ’ê re ji qonaxa avakirinê derbasî merheleyeke nû bû. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid der barê gefên dewleta Tirk û rewşa dawî ya herêmê de peyivî.

Gelek berdêl hatin dayin

Bêrîvan Xalid di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên ku di avakirina rêveberiyên meclisên sivîl de kişandine û got;”Ji ber desthilatdariya DAIŞ’ê di herêmê de û rewşên awarte yên herêmê bû sedem ku em di warê rêkxistina civakê de zahmetiyan bikşînîn. Piştî têkbirîna DAIŞ´ê di aliyê leşkerî de êdî em li gorî hêviyên gelên herêmê tevdigerin da ku bikarin di her warî de sîstema xwe bi rêk û pêk bikin. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî ewqas astengiyan di qonaxa avakirinê de bi erkên xwe radibe.

Em li ser projeya xwe bi israr in

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid di dawî de got; ”Dewleta Tirk a dagirker naxwaze rêveberiyeke xweser li kêleka sînorên wê ava bibe. Heya niha jî li ser vê sîstema xweser êriş û gefên xwe dewam dike. Hewildanên rejîma Sûriyê û dewletên cûda hene ku vê projeyê binpê bikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ev 9 sale bi hevgirtinek mezin li ber xwe didin îro jî vê berxwedana xwe dewam dikin. Em bi vîna gelê xwe bi serketin û ewqas deskeftî bi dest xistin. Rêveberiya Xweser heya niha jî ji aliyê dewletan ve nehatiye qebûlkirin û naskirin. Herêm di nava çembereke aborî, siyasî, dîplomatîk de ye. Rêveberiya Xweser li dijî yekperestiyê ye. Mafê gelan hemûyan heye ku rêveberiya xwe çêkin û tev li rêveberiyê bibin. Dewletên ku vê projeyê naxwazin li dijî demokrasiyê ne. Em li ser projeya xwe bi israr in û baweriya me heye ku em ê bi ser bikevin.