“Perwerde ne amadekariya jiyanê ye, jiyan bixwe ye.” (John Dewey) 


Goethe dibêje, “Heke hûn muamele bikin bi ferdekî/ê re weke mirovê ku divê bibe û dikare bibe, hingê wê bibe mirovê/a divê bibe û dikare bibe”. Ev yek, gotinekî cewherî ya ku girêdana armanc û rêbaza perwerdeyê îfade dike, lê belê ji bo baş were fêmkirin, divê detayên wê jî werin gotin. Her weha naveroka civakî ya ku perwerde gihiştiye jî tam di vê xalê de xwe dide der.  

Divê têgehên perwerde û hîndekariyê ji hev were cihêkirin. ‘Hîndekarî‘ encama çalakiya perwerdeyê ye. Ev dihêle ku hunerên ew kesê ku perwerde dibîne derkeve holê, were pêşxistin û karibe vî hunerî tevlî nav civakê bike. 

Di wateya fireh de perwerde, tevahî pêvajoyên civakî yên ku nîrx, bawerî û reyên jiyanê ferî mîrov dikin. Bi wateyekî din, hemû pevajoyên pêxistine ye ku di warê civakî de tê xwestin ew kes xwe bigihîne. 

Dema kesek tevlî perwerdeyê dibe, bi sîstema nirxên malbatê destpê dike û di pêvajoya dibistanê de van bi nirxên din yên civakê re dike yek. Di vê wateyê de em karin bêjin ku perwerde; li gorî pêdiviyên sistemên civakî formatkirina hest û raman, tevger û ferasetên kesan e. Jiber vê yekê her sîstem di xwezayiya xwe de nêzîkatiyên perwerdeyê jî li gorî pêdiviyên mirovan pêş dixe. 

Di serdemên feodalîteyê de ku hê teknolojiya nûjen tunebû, pêwîstî bi perwerdeya ji derveyê sîstema dibistanê tunebû. Modernîteya kapîtalîst ku pêdiviya xwe bi teknolojiya belave re heyî jî, derfetên perwerdeyê ku di destê kategoriyên çînî ya arîstokrat û ruhban de ye dixe xizmeta kapîtalîzmê. Ji bo vê yekê jî perwerdeyê belav dike û digihîne tevahiya civakê. Sîstemên dibistanê ya îroyî, xwedî serboriyekî wiha ye. 

Em dikarin bêjin, du fabrîkayên sereke ên perwerdeya civakî; malbat û dibistan in. A yekemîn zêdetir şêwe dide weke nirxên exlaqî û wijdanî, toreyên malbatî. Di vê wateyê de perwerde, “ji mirovekî/ê re şêwê dayina pêwîst zêdetir, pêvajoya bidestxistina çand e.” “Em dixwazin xwe bigihînin zanyariyên ku ji aliyê mirovên din ve hatiye avakirin û em ji vê pêvajoya çandgirtine re dibêjin, perwerde.”

Perwerdeya dibistanê ku li nava mufredata dibistanê hatiye bicihkirin jî, perwerdeya fermî a sîstemê ye ku li ser têgîna ‘hemwelatî’yê hatiye rûniştandin. Sîstema sosyo-aborî ku derfetên perwerdeyê bidest xistiye, di wateyekê de li ser navê serdestan weke piştevanê bingehîn yê avahiya civakî derdikeve holê. Jiber vê yekê jî perwerdeya dibistanê, pergala herî girîng yê sîstema kapîtalîst a modern e û ev pergal di bin kontrola dewletê de tê girtin. Perwerdeya dibistanê, rewşa sazîkirina perwerdeyê ye, awayeke perwerdeya formal e. Yanî perwerdeyekê armanc û rêzikên wê ji aliyê saziyên desthilatdaran ve ji berê ve tê diyarkirin û bi zanebûn, bi plan, bi armanc û bi program tê meşandin. 


Perwerdeya netewa serdest û asîmîlasyon

Bi gelemperî di navbera perwerdeya malbat û ya dibistanê de ahengek heye; hevdu destek dikin, ji hev bibandor dibin, hevdu bandor dikin. Lê car caran dibe ku di navbera armancên perwerdeya malbat û dibistanê de cudahî û heta dijîtî jî werin dîtin. Weke mînak, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di serî de Kurd,  beşên civakî ku weke “kêmnetew” tên nasîn rastî van polîtîkayan tên. Polîtîkaya perwerdeya Komara Tirkiyeyê ji bo yên ne ji netewa Tirk a serdest in û ne ji mezheba Sunî-Henîfî ya serdest in, bi temamî asîmîlasyonê dimeşîne. Gelê Kurd, nirxên xwe yên nasnameya netewî ji nav perwerdeya nava malbatê digre, lê sîstema dibistana dewletê ya fermî, bi awayekî xedar polîtîkaya Tirkkirinê dimeşîne û hewl dide mêjiyê wî/ê biguherîne. Zarokên Kurd, nirxên nasnameya qewmî yên ku ji ferdên malbatê fêr bûne vedişêrin, di nava sîstema dibistanê de nirxên nasnameya ku netewa serdest dixwaze bide digre. Ji ber vê yekê di navbera her du nasnameyan de nakokiyên cidî dijîn. 

Em ji çîrokên herî bi êş dizanin ku civatên Ermenî li nav malbatê nirx û libatên ola Filehî fêr dibûn, lê di sîstema perwerdeya dibistanê de baweriyên xwe vedişartin û neçar dibûn fêrî perwerdeya ola mecbûrî (Îslam) bibin. 

Halbûkî ji hêla netewa serdest ve qala dijrabertiyeke di navbera wan her du perwerdeyê de (ji bilî îstisnayên muxalefeta civakî afirandî) kirin, ne gengaz e. 

Malbateke ji netewa serdest, dema çanda nasnameyê dide, bivê nevê li gorî pîvanên nîjadperestiyê dide û bi vî awayî xwe perwerde dike. 

Peyva perwerdeyê, di Tirkî de ji koka ‘xwarkirin’ê hatiye. Ev kok, tê wateyên weke ba dan, pêkanîn, fêrkirin, xwedîkirin, pêşxistin, hînkirin, girtina bin hikûmranî, bi binxistin, şikandin û beralîkirine. Wê demê em dikarin tarîfa perwerdeyê wisa misoger bikin: ‘Perwerde, di wateya berfireh de tevahî pêvajoyên civakî ne ku kesan bikaribin pîvan, baweriyên civakê û riyên jiyanê bidest bixin. Bi kurtasî, mirov dikare weke ‘pêvajoya pêşxistina nêzîkatî û libatên tên xwestin‘ jî bilêv bike.“


Pirsgirêkên perwerdeyê

“Du encamên teza ‘perwerde mafekî mirovan e‘ heye. Ya yekemîn; dev ji maf naye berdan. Ji ber vê yekê peyva “Ez perwerde naxwazim”, nabe mijara gotinê. Ya duyemîn; divê yekîtiya siyasî, yanî dewlet derfet bide ku hemû welatiyên wê ji mafê perwerdehiyê sûdê werbigirin. Tişta ku ji bo kesan maf e, ji bo dewletê jî erk e.“ (Omer Nacî Soykan, Axaftina Sempozyuma “Perwerdeya Azad“, Di Pêvajoya Globalbûnê de Çewaniya Pirsgirêkên Perwerdeyê yên Felsefî, 2009, rûpel 296 Oslo-Norwec Pirsên XX.IPO)

Pirsgirêka herî esas jî ev e. Weke ziman, perwerde jî mafekî mirovî ye û divê her ferd xwedî maf û derfetên perwerdeya bi zimanê xwe yê zikmakî be. Mixabin pirraniya dewletên netew-unîter di zimanê fermî de israr dikin, li ser netew û gelên din polîtîkayên înkarkirina ziman dimeşînin. Ev polîtîka li welatên Ewrûpa jî tê nîşandan. Di bin navê entegrasyonê de polîtîkayên asîmîlasyonê tên pêşxistin û gelek caran tê gotin, “Hûn mecbûr in li Elmanyayê bi Elmanî bipeyivin.“ 

Piştî ku Wezîra Perwerdeyê ya Elmanyayê Nordrhein Westfalenê (NRW) Barbara Sommer got, “Zarokekî/ê tevî axaftina zimanê zikmakî, divê di aliyê nivîsê de jî fêrî zimanê zikmakî be. Eger vê yekê pêk bîne di dema pêş de di warê pîşeyî jî wê pêşîya wî vebe û bi şens be. Pirzimanî dewlemendiyeke çandî ye û li Ewrûpayê nîşaneya globalbûnê ye.“ Bi vê daxuyaniya Sommer, ji bo zimanê zikmakî gavên nû hatin avêtin. Daxwaza Kurdan a ji bo perwerdeya Kurdî jî hate qebulkirin. Ev yek helbet pêşketinekî girîng bû. Lê Kurdên li Ewrûpa dijîn ew giraniya ku di siyasetê de nîşan didin, di mijara zimanê zikmakî de pêşnexistin. Bê guman ji bo zimanê zikmakî xebatên girîng hatin kirin, lê mixabin ev xebat bi qasî tê xwestin nehatin rêxistinkirin. Şaş e ku mirov vê yekê weke tene kêmasiyên civata Kurd ên li dîasporayê bigire dest. Weke mînak; beşeke girîng ya civata Kurd îro jî bi nasnameyên dewletên dagirker dijîn. Ev jî pirsgirêkên cidî bi xwe re tîne. Bi salan e daxwazên Kurdan yên bi vî awayî, bi hinceta ‘Jixwe hûn Tirkî dipeyîvin û dersên Tirkî di dibistanan de tên dayin“ hatiye redkirin. 

Ya duyemîn; li Ewrûpayê ji ber ku zimanê Kurdî tenê di nava civaka Kurd de tê axaftin, di jiyana kar de naye bikaranîn û bê bandor dimîne. Ev yek jî dihêle ku Kurd zimanê welatê ku lê dijîn bipejirînin. Di vî warî de gavên cidî hatine avêtin, lê gelê Kurd ku hejmara wê li Elmanya zêdetirî mîlyonekî ye, êdî divê dest bi xebat û bernameyek berfireh ku bikaribe zimanê Kurdî pêşbixwe bike û zimanê xwe biparêze. Divê bernameyeke demdirêj a vê xebatê were amadekirin. Dê û bavên ku li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê li berxwe dane û di şert û mercên herî dijwar de zarokên xwe fêrî Kurdî kirine, divê li ser xakên Ewrûpayê jî van hewldanên xwe bidomînin. Rê û rêbazên li Ewrûpayê yên demokratîk divê werin bikaranîn û pêşiya zimanê Kurdî were vekirin. Di vê mijarê de her zarokekî Kurd ku fêrî zimanê xwe bibe, di heman demê de wê nirxên xwe yên netewî jî bipareze. Tevî vê yekê wê serketîtir be. Li cîhana ku tê gotin global bûye, hebûna zimanên hatine azadkirin, wê xizmetî pêşketina çanda civakî jî bike.