Moradî, cara yekemîn e ji bo konserekê hat Amedê û ji DÎHA'yê re axivî û got ku dema ew hatiye Amedê xwe li mala xwe hîs kiriye û pir dilgermî hatiye pêşwazîkirin. Moradî, da zanîn ku ew 50 salin xizmeta muzîka Kurdî dike û ev jî ji bo wî serbilindiyek e.

Moradî, anî ziman ku di navbera wî û tembûrê de têkiliyek wisa heye ku nayê pênasekirin û wiha axivî: "Ez tembûr im û tembûr jî ez im. Ji ber ku tembûr heye ez dijîm ku tembûr tune bûya min nedikarî ez bijîm. Dema ez lê didim ez xwe dibînim di nav wê dengê de, li xwe hişyar dibim." Moradî, da zanîn ku her çar perçeyên Kurdistanê xwedî dewlemendiyek e û ev dewlemendî jî çand hunera Kurdî bi pêş dixe û wiha got: " Hemû ji bo çanda Kurdî pîroz in û divê em li van dewlemendiyan xwedî derkevin da ku nehêlin ev ji holê rabin." Moradî, destnîşan kir ku ji ber zehmetiyên 30 salan gelek derfet li herêmê hatine afirandin û ev jî ji bo ciwanên Kurd şensek mezin e ku muzîka Kurdî bi pêş bixin û wiha got: "Li Amedê taybetî gelek cihên çand û hunerî wekî Navenda Çand û Hunera Ciwanan a Cegerxwîn û Konservatuara Aram Tîgran hene. Ev jî taybetî ji bo ciwanên Kurd şensek mezin derdixe holê."
Moradî, anî ziman ku ew bi Kurdbûna xwe û ji bo ku xizmeta muzîka Kurdî dike serbilind e û wiha berdewam kir: "Heke firsendek min hebe ku ez careke din werim cihanê min dixwest ku ez Kurd werim cîhanê û wek Kurdek bijîm." Moradî, bang li ciwanên Kurdan jî kir ku ew li xwedî muzîka xwe ya resen derkevin û bi bandora muzika rojavayiyan nemînin û dawî li axaftina xwe anî: "Bi xwedîlêderketina muzîka resen muzîk bi pêş dikeve. Divê ciwanên Kurd nebin dîlê amûrên muzîka rojavayî, wan amûran bixin nav xizmeta muzîka Kurdî. Li ser navê nûjenî û modernîteyê xwe nexapînin. Ji bo bipêşxistina muzîka xwe ya etnîkî wan bikarbînin."
Alî Akbar Moradî ji Rojhilata Kurdistanê ye û li bajarê Kirmanşahê hat dinê. Di 6 saliya xwe de dest lêdana tembûrê dike û li ber destên pisporên muzikê yên wek Mîrza Seyîd Alî Kafaşyan, Kakî Alah Morad Hamidî û Seyîd Welî Huseynî hînî lêdana meqamên Kurdî dibe.


GOKHAN ALTAY/DÎHA/AMED