Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê civîna xwe ya asayî ya 29‘an ya taybet bi qanûna cezayan li dar xist.

Di civînê de Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Ewropa Sînem Mihemed derbarê hevdîtinên ku di demên dawî de bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi parlamanter û meclîsên Ewropa û kesayetên Amerîka pêkanîbûn axivî û diyar kir ku serketinên ku li Kobanê hatibûn bidestxisitin hişt ku gelek aliyên derve xwe nêzî sîstema Rêveberiya Xweser bikin.

Di axaftina xwe de Mihemed hevdîtina wan bi parlamentoya Îtaliya û Meclîsa Rûspiyên Fransî re, beşdarbûna wan konferansa piştgiriya Rojava û Kobanê ku li Kanada hatibû lidarxistin, her wiha hevdîtinên wan bi kesayetên siyasî yên parlamentoya Amerîka re bi bîr xist û da zanîn ku hemû aliyan kêfxweşiya xwe bi van hevdîtinan anî ziman û gotin ku ev hevdîtin destpêka têkiliyên di navbera wan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e de ne.


Ji nêz ve dişopînin

Mihemed bal kişand ser girîngiya hevdîtinên wan bi parlamentoya Amerîka û nûnerên Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Stffan de Mestura û destnîşan kir ku hemû aliyên ku hevdîtin hatibû kirin kar û xebatên Rêveberiya Xweser di hemû warên bi zelalî dişopînin, ji ber vê yekê her gaveke ku Rêveberiya Xweser davêje di qada navneteweyî de deng vedide.

Mihemed diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya bibe çareya tekane ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn yek ji erkên endamên Meclîsa Zagonsaz e, ji ber ew rêya tekane ji bo sererastkirina şaştiyan û destnîşan kir ku  rastiya Rêveberiya Xweser ji hemû aliyên ku bi wan re hevdîtin kiribûn hate aşkerakirin ku dûrî şerên navxweyî ye.


ANF/AMÛDÊ