Her ku Kurd li ber xwe didin û sengerên xwe yên siyasî, leşkerî, dîplomatîk, çandî diparêzin û li Rojhilata Navîn, li ser sifra guran li ser pê dimînin, neyarên hebûn û nirxên wan her lawaztir dibin. Bi taybetî rejîma Tirk a di bin serokatiya R.T.Erdogan de ji ber ku bi polîtîkayên dijmirovî û bisûc di feraseta dijkurd de xwe ase kiriye, xitimî ye; her diçe ji her hêlan ve tê dorpêçkirin...
Reza Zarrap ê ku wek aktorekî herî girîng di doza bi milyonan dolar rişwetxwarin û sextekariyê ya ku navê malbata Erdogan û çar wezîrên AKP’î jî tê de hebû, li Amerîkayê hate girtin.
Li hêla din, van rojan Rûsya him belgeyên hevkariya dewleta Tirk a bi DAÎŞ’ê re ji raya giştî ya cîhanî re aşkere dike û him jî bang li saziyên mafê mirovan ên navnetewî yên mîna Rêxistina Efûyê (AI) dike ku komkujiyên ji hêla Arteşa Tirk ve li navçeyên bakurê Kurdistanê têne kirin, bişopînin. Li ser vê bangê heyetekî Rêxistina Efûyê çû Cizîrê, lê ji hêla hêzên dewletê ve hat astengkirin û nikanî li navçeyê lêkolînê bike.
Bi êrîşên întîharî yên DAÎŞ’ê yên li paytexta Belçîka Brûkselê, ku wek paytexta Yekîtiya Ewropayê ye, pêkhatin û 34 kesan jiyana xwe ji dest da re panîka dewleta Tirk û ya Erdogan derxist radeyeke hên bilindtir. Ji ber ku dinya alem gişt dizanin ku çûnûhatina DAÎŞ’ê ji Tirkiyê re derbas dibe û ew ji rejîma Erdogan her cûre alîkarî û piştgiriya lojîstîk, kamp û hwd distînin. DAÎŞ’iyên li Ewropayê komkujiyan pêk tînin li ser Tirkiyê re diherin Sûriyê û piştî perwerdeyê dîsa li ser Tirkiyê re vedigerin Ewropayê.
Her wiha wekî tê zanîn; rayedarên Tirk li hember êrîşên DAÎŞ’ê tu gotinên tûj li van hovan nakin, lê li şûna wan tenê navê Tevgera Azadiyê ya Kurdî tînin ser zimên û bi gotinên gilover dixwazin berteka raya giştî ya cîhanê ji DAÎŞ’ê wêdetir bikişînin ser têkoşîna Kurdan û têkoşîna Kurdan terorîze bikin...
Lê bi vê siyasetê dikanin dilê xwe tenê ji bo çend saetan rihet bikin û paşê dîsa hewceyî argumentekî din ê siyasî digerin ku tengasiya xwe veşêrin, sûcdariya xwe manîpûle bikin...
Bi taybetî jî girtina Reza Zarrap a ji hêla Amerîkayê ve, tirseke mezin xiste dilê Erdogan û ekîba diz û kujer a li derdora wî ku ji bo ’Serokatiya Erdogan’ polîtîkayan bi rê ve dibe. Tê gotin ku daneyên di doznameya dozgeriya Amerîkayê ya li dijî Reza Zarrap de heman îdiayên ku di doza li Tirkiyê ya di 17-25’ê Kanûna 2013’an de hatibû amadekirin, dihundirîne. Wekî tê zanîn axaftinên Erdogan bi lawê wî û gelek tapeyên din ên ku rişwetxwarin û sextekariya rayedarên dewletê û hikûmeta AKP’ê ji pêş çavên raya giştî re hatibû rêxistin; herkesî bihîst, herkesî dît û herkes dizane ku Erdogan, malbata wî û wezîrên AKP’ê didanên çerxa rişwetê ne...
Ka em ê mêzekin; Erdogan û çeteya AKP’ê wê çitûlî ji vî çemberî xwe rizgar bike? Lê daneyên derdikevin pêş gişt nîşan didin ku ew ne tenê bajar û navçeyên Kurdistanê, tevahiya Tirkiyê jî bi tank û topan serûbinî bikin û hilweşînin, bi destê DAÎŞ’ê bi sedan însanan bidin kuştin, êdî nikanin xwe ji ber darizandina sûcên dijînsanî, xelas bikin...
Lê Kurd wê tenê li benda darizandina Erdogan û rayedarên dewletê bimînin? Helbet, na!.. Mirov nikane pişta xwe bide qaşo edaleta navdewletî. Kurd wê di bazara guran de tavilê bêne firotin. Garantiya mayîn, jiyan û destketiyan tenê berxwedan û têkoşîn e. Wekî ku têkoşîn û berxwedana Kurdan sûcdariya Erdogan û rejîma Tirk radixe pêş çavên raya giştî ya cîhanî, encama rejîma hov û dijînsanî jî wê dîsa bi berxwedan û têkoşîna Kurdan pêk bê. Yanî gereke Kurd li karê xwe mêzekin û ji her hêlan ve ji her pêşketinan re amade bin.