Ew weke berhema kûzkeriya Tebanî yê serdema Geometrîk a Dereng tê nasîn li Boeotia kevin. Tevî ku ev dîzikek e jî yek ji kêm mînakên peykerwarî û fîguratîf e. Ew xwedewendeke Xwezayê resm dike li gorî rêûresma Minoayî. Fîgurên bi vî rengî di goran de jî hatine dîtin.

Di sedema Geometrîk a Dereng de fîgurên weke vê di kûzkeriyê de bûbû weke modeyekê. Teknîka wê ya dekoratîf li Yewnanistana kevin belav bû: bi fiçeyekê resm tên xêzkirin ku di boyaxa wê de hesin-oksîd heye ku dema li agir tê girtin rengê wê reş dibe. Ev berhem bi xwe weke ya kûzkerekî ji Tebanê yê beriya mîladê sala 750-690 jiyayî tê dîtin. 


PARÎS