Heke gewherê tiştekî guncan be pêşî
Encamê dide perwerde û hêvojî
Hîç sûtinek nake tûj û karîger
Hesinê xerab û bedgewher
Her wekî pêşiyên Kurdan jî gotiye, “Ji hesinê sêlê lûleya tivingê çênabe”. Kakilê van gotinan çi ye? Dema gewhera tiştekî ne baş be, bi hêvotinê kes nikare ji wî tiştekî baş bi dest bixe. Îro gelek kes bawer dikin ku perwerdehî û hêvotin nikarin kesayetiya mirovan biguhêrin. Ez bi xwe jî di wê baweriyê de me. Lê dîsa her wekî Einstein gotiye, “Parçekirina pêşdaraziyan ji parçekirina atomê dijwartir e.” Dil dixwaze ku ew pend û gotinên berê pûç û derew derkevin. Di vê heyam û sedsalê de êdî kes baweriya xwe bi van gotinan neyne, qonaxa ku mirovahî gihaştiyê êdî bingehê zîhniyeteke nû û nûjen xweştir bike, lê mixabin bûyerên ku diqewimin vê hêviyê nadin.
Bala xwe bidin helwest û kirinên neviyên Osmaniyan, hê jî li ser heman kewnê û li ser heman xewnê dimeşin. Li şûna ku kêşeyên xwe bi riya diyalog û gotûbêjan çareser bikin; qet nebe bi hinek gavên ber bi çav riya aştiyê vekin, ew jî dixwazin wekî bav û kalên xwe bi girtin û kuştinan kêşeyan çareser bikin.
Heta kengî dê wiha bimeşe, xwedê dizane, lê xwedê bike rojekê berî roja din serê wan li kevirê ehedê bikeve û van kirinên xwe yên bêbext bihesin. Bala xwe bidinê salekê em ji niha zêdetir nêzî çareseriyê bûn, îro her ku diçe ji riya aştî û çareseriyê dûrtir dikevin. An jî xwedê aqil û fehmekê bide wan û rojekê berî roja din ji vê riya şaş vegerin.
Her wekî hûn xwendevanên delal û berkeftî dizanin, ez jî wekî gelek mirovên Kurd hefteya çûyî hatim desteserkirin, 24 katjimêran di bin raçavî û çavdêriya polîsan de mam. Piştre polîsan ez derxistim pêşberî dozger, wî jî ez şandim pêşberî dadger, di encamê de dadger derketina derveyî welêt li min qedexe kir û biryar da ku ez ji derve werim darizandin.
Sûc çi ye? Li gorî pirsên dozger û dadger, ez beşdarî perwerdehiya li Akademiya Siyasetê ya BDP’ê bûme. Rast e, min saetekê li wir waneya zimanê Kurdî daye, min qala rewş û taybetiyên zimanê Kurdî kiriye. Ev karê min e, ez mirovekî lêkolîner û zimanzan im, ez bîr û ramanên xwe li her cihî pêşkêş dikim. Li derve û hundir ez beşdarî bi sedan panel, semîner û konferansa bûme, min li hin cihan qala azadiya zimanê Kurdî û mafê perwerdehiyê kiriye, li hin cihan min qala wêjeya Kurdî, rêzimana Kurdî kiriye. Her wiha min di vî warî de bi hezaran gotar nivîsandine, ez beşdarî bernameyên gelek radyo û televîzyonan bûme.
Tiştê balkêştir, mirovan digirin lê der barê dosyaya dozê agahiyê nadin. Ne bersûc, ne jî parêzer heta ku dozname tê nivîsandin, der barê naveroka dosyayê bi tiştekî dizane. Ji hin gotinên polîsan ez tê gihîştim ku der barê min de ji emniyeta gelek bajaran rapor hatine xwestin, min li ku derê panel û semîner dabe ji wir rapor hatiye.
Qet hêviya min tunebû lê dadger biryara berdana min da, hevalê ligel min ku beşdarî waneyan bûye hate girtin. Di serî de hevalên me Mulazim Ozcan, Hasan Ozguneş, Kemal Seven, bi dehan kes ji ber vê dosyayê girtî ne. Dibe ku dozgerê îtîraz bike û ez jî wekî Mahmut Alinak wan careke din werim girtin, an jî bi hinceteke din ez werim girtin, lê hemû Kurd werin girtin jî bi vî rengî tiştek çareser nabe û em li ku bin jî em ê ji bo aştî û azadiyê li ber xwe bidin.