Koma Xwendinê û Koma Helbestê yên li Amedê ji bo sersalê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de behsa kevnşeopiya sersalê hat kirin. Lîstikên Kurdî hatin pêşandan, govend hat gerandin û helbest hatin xwendin.

Koma Helbestê ya Amedê û Koma Xwendinê ya Amedê bi minasebeta sersala ku kurd li gorî salnameya Rûmî (salnameya Kurmancî jî jê re tê gotin) ya di 14’ê Çile de dest pê dike, şahiyek li dar xist. Şahî li Şaxa Jimara 2’yemîn a Sendîkaya Egîtîm Senê ya Amedê pêk hat. Gelek nivîskar, helbestvan û welatî bi zarokên xwe re beşdarî şahiyê bûn.

Welatiyên hazir, li gorî kevneşopiya sersalê çerez, fêkî û şîraniyên li malê çêkiribûn, li ser maseyan rêz kirin. Ji bo danasîna sersalê, berpirsa Koma Xwendinê, Sevgul Şaşmaz û ji berpirsên Koma Helbestê ya Amedê Saît Arzu axivîn.

 Jibîrkirin û jibîrnekirin

Şaşmaz diyar kir ku ew wek kevneşopiya dayik û bavê xwe û bapîr û dapîrên xwe şahiya sersalê li dar dixin û got: “Em dizanin ku ev kevneşopî hêj li hin malên welêt dewam dike. Îro me jî xwest em wê kêf û xweşiya kevnare bi hev re bikin. Em bi siûd bûn ku qala vê rêûresmê ji me re hat kirin û me bi çavê xwe dît. Me xwest bi şahiyê nifşên li pişt me jî vê rêûresmê ji bîr nekin.”

Saît Arzu jî bal kişand ser dîrokçeya sersalê û behsa naverokê wê kir.

Xwedê niyaza kalê serê salê qebûl bike

Piştî axaftinan kalê sersalê ku tûrê wî li milê wî bû û bi kevçî li teyfikê dida, li hola şahiyê diyar bû û got; “Serê salê binê salê xwedê azadiyê bîne Kurdistanê.” Axir xelkê ji vê daxwaza kalê serêsalê razî, li gorî adetê çerez û xwarinên li ser maseyê xistin tûrê sofî.

Pişt re skêça bi navê “Rêûresma Sersalê” ya Huseyîn Çaliçci amade kirî, hat nîşandan.

Bi dû xwarina çerez, mîwe û ziyafetê, peşka ji tiştanok, zûgotinok, gotinên pêşiyan û biwêjan, li welatiyan hat belavkirin û ew hat xwendin. Welatiyên bersiva rast dayî tiştanokan, bi pirtûkên Kurdî hatin xelatkirin.

Di şahiyê de stran hatin gotin, li erbaneyê hat xistin û govend hat gerandin. Şahî bi xwendina helbestan bi dawî bû.

 

MA / AMED