Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh dewsa ku ji dagirkeriya Tirk nerazbîbûna xwe nîşan bide, PKK wekî “tevgereke dagirker” bi nav kir û got:”PKK beşeke mezin a xaka Herêma Kurdistanê dagir kiriye û ji vê derê êrîşî Tirkiyeyê dike.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîneke çapemeniyê saz kir û bersiv da pirsên li rojevê hene. Nêçîrvan Barzanî ku gelek caran pêsnê serokomarê Tirk Receb Tayîp Erdogan dida, doh jî bi lefzeke jî dagirkeriya  Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê sûcdar nekir, wekî her tim ji her tişt avêt sûtuyê PKKê. Nêçîrvan Barzanî di pirsên de bileksê dewleta Tirk, PKK  wekî “tevgereke dagirker” bi nav kir û got di demeke guncaw de dixwaze here Tirkiyeyê û bi Ergogan re bipeyive.

Lê belê rastiyek heye!

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa dagirkeriya dewlet Tirk a li Başûr û zirar dîtina xelkê deverê got :”Em gelek nîgeran in ku welatiyên sivîl di her operasyoneke leşkerî de zirarê dibînin, lê belê rastiyek heye, Çima ew operasyon li Herêma Kurdistanê tê kirin, ji ber ku PKK beşeke mezin a xaka Herêma Kurdistanê dagir kiriye ji vê derê êrîşî Tirkiyeyê dike. Ji nav xaka Herêma Kurdistanê êrîşî Tirkiyeyê dikin, em li dijî vê yekê ne.”

Metirsiya me heye!

Barzanî wekî ku PKK ne tevgereke Kurd axaftina xwe domand û  got: “Me gelek caran ji komên muxalîf û PKK’ê xwest ji nav xaka başûrê Kurdistanê êrîşan nekin. Tiştên ku tên kirin yekalî nîn in.” Barzanî têkildarî kuştina sivîlan di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûr de tu bertek nîşan nedan, bes got ku “Metirsiya me heye.”

Min Erdogan pîroz kir

Her wiha li ser pirsekî Barzanî îşaret bi peywendiya telefonî ya li gel Erdogan kir û got: “Di wê peywendiyê de ji ber serkeftina di hilbijartinan de min Erdogan pîroz kir. Me li ser pêşvebirina peywendiyên Hewlêr û Enqereyê axivî.” Barzanî behsa serdana Enqerê jî kir û got ku ji bo pêşvebirina peywendiyan dibe ew di demeke guncaw de serdana Tirkiyê bike.

Wekî her car PKK kire hincet

Wekî her tim Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniya xwe hewldanên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê meşrû nîşan dan. Barzanî 21 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li Başûr nedît û wekî her car PKK kir hincet.

Malbata Barzanî ku her tim PKK wekî “dagirker” pênas dikin rojek jî rojekê jî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wekî hewldanên dagirkeriyê hilnedane û neanîne rojeva xwe. HEWLÊR

YNK: Dagirkeriyê mehkûm dikin

Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk û ji aliyê Îranê ve girtina ava Zêyê Biçûk got; “Evane binpêkirina serweriyê ne. Weke YNK em dagirkeriyê mehkûm dikin.”

Berdevkê YNK Sedî Ehmed Pîre piştî civîna Encûmena Rêveberiya YNK ku du roj bûn berdewam dikir, li Silêmaniyê civîna çapemeniyê lidar xist.

Pîre eşkere kir ku di civîna du rojan a Encûmena Rêveberiya YNK’ê de biryar dane ku komîsyonekê ava bikin, ji bo serdana aliyan bike da ku destkeftiyên Kurdan li Bexda mîsoger bikin û biparêzin.

Mehkûm û hey mehkûm dikin!

Sedî Ehmed Pîre bersiva pirsa ajansa me ya têkildarî helwesta YNK’ê ya li ser pirsa “Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwesta YNK’ê çi ye?” wiha bersivand: “Ev yek binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Divê hikûmeta Iraqê li ser mijarê bibe xwedî bersiv. Lê weke YNK em hemû dagirkeriyan mehkûm dikin. Tirkiye çawa ku dixwaze serweriya xaka xwe biparêze, bi vî awayî divê serweriya xaka Iraqê jî bê parastin. “

Pîre der barê girtina ava Zêyê Biçûk ji aliyê Îranê ve jî diyar kir ku mehkûm dikin û got ku destdirêjiya serweriya xaka Iraqê ye.