Dibistanên tirk mamosteyên wan dizîn
Çi qewimîbû? Çima zarok evqasî bêriya van kesan dikin ku bi peyva “mamoste” xîtabî wan dikin. Ez zû bi meseleyê hisiyam; pirraniya van kesan bi derfetên xwe bi awayekî xwebexş û dildar dihatin nav van zarokan ders didan wan (muzîk, şano û hwd.), xebatkara Weqfa Koçberiyê bi xwe film dianîn û nîşanî wan didan. Ya qewimî jî ew bû ku dibistanên dewleta tirk vedibin û pirraniya mamosteyên bi zarokan re elaqedar dibin jî bi rastî jî mamoste ne û êdî ji ber karê xwe kêm derfetê dibînin ku bi zarokên Şengalî re elaqedar bibin. Bi her halî xebatkara Weqfa Koçberiyê soza nîşandana filman da wan zarokan.
Ji yek salî ta 12 salî zarok li destpêka payîza Amedê a germ berêvarê xwe li civateke dendikê gulan kom kirin. Carinan jî hin malbat dihatin hawîrdorê û mirov pê dihisiya ku pirsgirêkên bicihbûnê, yên penaberiyê, xizmên li dûvxwehiştî ji wan pirsgirêkan in ku hîna penaberan gelekî bi xwe mijûl dikin.
´Ez ê nîskê çêkim´
Rojîn û Jiyan ji wan navan in ku li bîra min baş mane lewma wan bi min re strana “hejmaran” got. Ev stran min ji bo zarokan nivîsandibû û ji zarokên xwe re jî timî dibêjim: Kurko lo lo, keçkê lê lê, nebêje na bêje belê; li gundê me golek heye, di golê de masî hene, yek masî xwe hildavêje ne bêje na bêje belê… pênc masî xwe hildavêjin, nebêje na, bêje belê... Lê wan zarokatiya min bi bîra min xist. Ez li çîroka tiliyên xwe vegeriyam, li ya zarokatiya min “qilîçkê, berqilîçkê, dara domê, firax alîskê, biok kuştê” û ya zarokên Şengalê jî “evê got nîskê, evê go ezê çêkim, evê go Xwedê didit, evê go heke Xwedê nedit, evê go ezê dizim”.
Tiliya firaxalîs dipirse “heke Xwedê nedit?” û ya biokkuj dibêje “ezê dizim”. Ma jixwe di hewarê de “Xwedê nedit” mirov her li rêyekê digere ji bo jiyanê. Van zarokan jî lîstika xwe, kenê xwe û jiyana xwe li ser pişta xwe anîbû Sumerparkê; lê belê dibistanên xwe, kolanên xwe, gundên xwe û tevahiiya tiştên bi xwe aşîna li dûv xwe hiştibûn. Li vir, li Sumerparka Amedê ku wê bi tenê heta çend rojên din lê bin û ji wir ber bi kampên penaberan ve werin birêkirin zarok in, lê xerîb in. Zimanê Kurmancî vê xerîbiya wan nerm dike, filmên xebatkara Weqfa Koçberan, vê xerîbiya wan nerm dike, lîstik, atolye û dersên xebatkarên li Sumerpark û mamosteyên xwebexş jî vê xerîbiyê nerm dike. Lê herî zêde kenê wan û devê wan ê li kenî vedibe şermokîbûna wan zû ji ser rûyê wan dibe û wan bi erda Amedê re dike dost. Hêvîdar im ew zarokên Şengalî li Amedê her dost bin, lewma dost wê xerîb nebin, sil nebin, dûr biçin jî dilyar bin.
LUQMAN GULDIVÊ/AMED