Ev qanûneke suriştî ye, tu tişt heta hetayê berdewam nake. Desthilatî jî wisa ye, heta hetayê di destê kesî de namîne.
Her çiqas xwediyên desthilatiyê dibin aşiq û bengiyê wê jî, desthilatî wekî siya awêneya di destê ciwanekî de ji nav lepên wan dişemite û diçe.
Di demên berê de li herêmekê desthilatî ji qewmekî derbasî qewmekî, ji malbatekê derbasî malbateke din dibû. Niha jî desthilatî ji komekê derbasî komeke din a siyasî dibe. Ev komên siyasî wekî partî têne binavkirin.
Bi kurtasî hêza ku desthilatiyê bi dest dixe, wekî mirovan xwedî temenekî ye. Her wekî rayedarên AKP’ê gotibû, pêşî şagirt e, piştre dibe qelfe û herî dawîn jî dibe hoste. Piştî vê yekê êdî agir bi mala xelkê dixe.
Di destpêkê de desthilatdar heta radeyekê guh didin hêvî û daxwazên civakê, piştre dibêjin qey desthilatî pawana bavê wan e, tenê guh didin nas dostên xwe, piştre êdî guh nadin heval û hogirên xwe yên berê jî.
Tiştekî li tiştên heyî zêde nakin, ji kîsê xwe dixwin. A rast ji kîsê xelkê dixwin. Ji Demokrat Partiya Menderes, heta SHP’a Erdal Înonu, ji AP’a Demîrel heta DSP’a Ecevît hemû wisa bûn.
Îro jî dora AKP’ê ye. Her wekî rayedarên AKP’ê bi xwe jî dibêjin, êdî ew AKP ji qonaxa karkirin û şagirtiyê derbasî qonaxa kardarî û kedxwariyê bûye. Ji vir û pê ve cihekî ku AKP bike tune. Belkî hê jî hinek Kurdên me dixwazin baweriya xwe bi AKP’ê bînin, lê rastî ev e. Vê yekê ez nabêjim, hevalbendên wê yên berê dibêjin. Bala xwe bidin nirxandinên Ahmet Altan.
Em Kurd êdî her tiştî di ser meseleya Kurdan re dinirxînin, ev jî me hinekî tengbîn dike. Lê îcar em bala xwe bidin aliyên din. AKP di warên din de çi dike? Bo nimûne helwesta AKP’ê li hemberî xweza û suriştê çi ye? Her tişt li ber çavan e, li her cihî talankerî heye.
Li her cihî bendav hene, kolana kanên zêran û derxistina bi alîkariya siyanûrê heye. Li hemberî xizanan helwest çi ye? Di bin navê veguherîna bajarî de bêcihûwarkirin heye.
Heçî rewşa kedkar û karkeran e, ne pêwîst e ku em zêde tiştekî bibêjin, her tişt li holê ye. Niha dibêjin enflasyon gelekî kêm bûye.
Hê berî mehekê li Stenbolê bihayê nên ji 50 qurişan bû 85 quriş, bihayê ava vexwarinê ku havînê pêdiviyeke sereke ye, ji 50 qurişî gihîşt 75 qurişan.
Tabî peyva “quriş” jî xapandinek e, lewre tiştê ku em îro jê re 50 quriş dibêjin di rastiya xwe de 500 lîra ye. Bihayê xaz, neft û elektrîkê her roj zêdetir dibe. Heqê rêwîtiya bi wasiyetên şaredariyê nêzî ji sedî 30-40 zêde bûye. Beramberî vê yekê mehmiza kedkaran ji sedî 6 hatiye zêdekirin.
Li hemberî vê yekê kes nikare tiştekî bike, lewma bi milyonan mirov betal in, kar bi dest naxin, nava sendîkayan hatiye valakirin. Kesên ku dengên xwe bilind dikin ji kar tên avêtin.
Nimûneya herî dawîn kedkarên THY ne. Hikûmet bi fona afatan duble riyan çêdike, alîkariya ku ji bo lêqewimiyên erdheja Wanê hatibûn berhevkirin, ji bo hin plan û bernameyên AKP hatin desteserkirin. Gelê Wanê hê jî mexdûr e, bi ser de şaredarên wê jî girtî ne.
Avahiyên TOKÎ’yê ji mirovan re dibin gor. Îcar jî AKP dixwaze dest dayne ser tazmînata kedkaran. Helwesta li hemberî jinan jixwe tê zanîn, herî dawîn ji ber polîtîkayên AKP’ê yên der barê sezeryanê de du pitik mirin.  Di vê rewşê de em ê çawa bawer bikin ku AKP dê mafên Kurdan bide. Tiştên ku AKP tîne ser Kurdan li aliyekî, ev kirinên wê yên ku tîne serê mirovên li tevahiya Tirkiyeyê jî nîşan didin ku divê mirov zêde tiştekî ji AKP û hevalbendên wê hêvî nekin.
Bi kurtasî divê Kurd destên xwe li ber AKP’ê û Erdogan venekin, bi parsekiyê tiştek naçe sêrî, bi têkoşîn û berxwedanê dê desthilatiya AKP’ê jî bi dawî bibe.
Xwedê rehma xwe di ser re biqewêze. Amîn!