Ciwanên li ber avahiya HDP’ê kom bûne pankartên “Li denge xwe xwedî derkeve”, “Parastina xwe ya cewherî bi pêş bixe”,”Li nasnameya xwe ya jina ciwan xwedî derkeve” vekirin û bi dirûşmên “Li axa xwe, xwezaya û xwe zimanê xwe xwedî derkeve”, “Bijî serok APO” heta Qada Çarkendalê meşiyan. Di meşê de ciwanên navenda çand û hunere ya Mem û Zînê jî bi erbane û stranên xwe cih girtin.Girseya ciwanan piştî gihîşt Qada Çerkandalê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz girtin. Piştî rêzgirtinê ciwanan stran gotin û dîlan gerandin.Her wiha endamên DEM-GENC’ê piştî çalakiya meşê ji bo danasîna rêxistina DEM-GENC’ê li Parka Dortyolê ya Cizîrê bernameya sînevizyonê pêk anî.
DÎHA/ŞIRNEX