
Parlementerê HDP´ê Faysal Sariyildiz banga alikariya Cizîrê li welatparêzên Tirkiye, Kurdistan û Ewrûpayê kir û got divê ji bo birîne Cizîrê bipêçin, dest bidin destê hev.
Ji bo pêçana birînên navçeya Şirnexê Cizîrê, kampanyayek hat destpêkirin. Bi hilbijartina “malbateke” li Cizîrê, ji bilî bicihanîna pêdiviyên wan û bi alîkarî dayîn, mirov dikarin beşdarî kampanyayê bibin. Li ser mijarê parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz got, li Cizîrê rûmeta mirovahiyê hat parastin ji ber vê yekê jî deynê her kesê/î ye alîkarê Cizîrê be û banga piştevaniyê li her kesî kir.
Li navçeya Şirnexê Cizîrê piştî ku qedexeya 79 rojan hate rakirin, asta qatlîama hêzên dewletê jî derket holê. Ji bo pêçana birînên welatiyên Cizîrê kampanyayek hate destpêkirin. Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava û Şaredariya Cizîrê, kampanya hate destpêkirin. Têkîldarî kampanyayê parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz agahî da.
Bi sedan sêwî hene
Sariyildiz got, li Cizîrê yek ji qatlîamên herî mezin ên sedsala dawî qewimî û niha bi sed hezaran mirov birîndar bin jî li Cizîrê rûmeta mirovahiyê hat parastin, ji ber vê yekê her kes deyndarê Cizîrê ye. Sariyildiz weha peyivî: “Li Cizîrê bi sedan sêwî hene. Di êrîşan de bi sedan mirovên ku jiyana xwe ji dest dayî, zewicî bûn. Hevser û zarokên wan hebûn, niha li holê manê. Bi hezaran mal şewitîn. Hê jî bi sedan zarok di sermayê de pêxwas li kolanan dimînin.”
Ji bo Cizîrê seferberî
Sariyildiz destnîşan kir ku divê ji bo vê yekê raya giştî ya demokratîk ji bo Cizîrê seferber bibe. Sariyildiz got, ji bo piştgiriyê kesên li Ewrûpayê bila hema niha, li Cizîrê malbatekê diyar bikin, bi vî rengî kirayên malên wan demeke be jî dikare bê dayîn. Sariyildiz îşaret pê kir ku ji ber ku zêde mirov tunene, alîkariyên ji bo Cizîrê bi awayeke bi rêk û pêk nikarin bên belavkirin, zehmetî hene. Ji ber vê yekê jî Sariyildiz got, “Em li benda ciwanên dildar ên ji Tirkiye, Kurdistanê û Ewrûpayê ne.”
Sariyildiz xwest ku ew kesên dixwazin tevlî kampanyaya “malbata xwîşk-bira” bibin bêyî ku dereng bimînin, telefonî Şaredariya Cizîrê ya 0486 616 10 10 bikin.
‘Ji bo pêçana birînan divê hewldanên hevpar hebin’
Sariyildiz da zanîn ku ew li bendê ne ku li her derê cihanê ji bo Cizîrê alîkarî were kirin û weha dewam kir: “Divê xwedî li rûmeta mirovahiyê bê derketin ku li Cizîrê hate parastin. Divê alîkariya madî bê dayîn. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava ne tenê li Cizîrê ji bo hemû bajarên ku li Kurdistanê hatine xirakirin, alîkariyan organîze dike. Li her derî mirov dikarin hesabên alîkariyê peyde bikin û alîkariyê bikin. Em ê birînên xwe bipêçin. Gelê me li dijî qetlîaman ji bo mirovahiyê li ber xwe da. Ji bo pêçana birînan divê hewladanên me hemûyan hebin.”
Zarok li benda alîkariyê ne
Sariyildiz xwest hemû dildar ji Tirkiye, Kurdistanê û Ewrûpayê biçin Cizîrê û ev bangawazî kir: “Çawa di pêvajoya Kobanê de ruhê seferberiyê hebû, birînên Kobanê hatin pêçand, divê ji bo Cizîr û bajarên din ên Kurdistanê jî ev tişt bê kirin. Lê niha cihê herî acîl Cizîr e. Zarokên Cizîrê li benda alîkariya raya giştî ya damokratîk û welatparêz in. Dewlet dixwaze gelê me bike parsek. Lê gelê me bi rûmet e.”
DÎHA / ŞIRNEX