
´Perwerde nebe pêvajo nîne´
Daxuyaniya KCK'ê wiha dewam dike: "Yek ji polîtîkayên herî xetere, herî dij bi mirovahiyê ku dewleta Tirk a mêtînger li Kurdistanê dimeşîne, polîtîkaya qirkirina çandî ye. Zarokên Kurd hînê nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin, ev yek nîşaneya berçav a vê polîtîkayê ye. Gelê Kurd yekemcar li Bakurê Kurdistanê li hin cihan bi derfetên xwe dibistan vekir, xwest zarokên xwe bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bike. Yek ji dibistanên bi vê armancê dest bi perwerdeyê kir Dibistana Ferzad Kemanger a li navçeya Amed Rezanê ye. Lê belê hikûmeta AKP'ê êrîşî dibistana hat vekirin kir û ew girt. Piştre Dibistana Dayika Uveyş a li Geverê û Dibistana Bêrîvan a li Cizîrê hatin morkirin."
´Polîtîkaya hikûmetê ye´
KCK di daxuyaniya xwe de hikûmeta AKP'ê ya her tim bi îdîaya wan asîmîlasyon rakirine û dawî li qedexeya li ser ziman anîne bibîrxist û got: "Hewl dide gelê Kurd bixapîne, mijûl bike û serê mirovan tevlihev bike, polîsên wê êrîşî dibistanên perwerdeya bi zimanê Kurdî kirin û mora girtinê li wan dan. Ev êrîş êrîşeke ji rêzê nîne. Êrîşek li hemberî mafê perwerdeya zimanê dayikê ya zarokên gelekî ye, ku mafê herî xwezayî ye. Ev yek êrîşa li hemberî hebûn û pêşeroja gelekî ye. Vê êrîşê xweranegirtina hikûmeta AKP'ê ya li xwe îfadekirina gelê Kurd nîşan daye. Careke din raxistiye pêş çavan ku mejiyê 'Plana Şark Islahat' a belgeya sûcê qirkirinê yê dewleta Tirk a mêtînger e, tê xwestin li hemberî zarok û civaka Kurd bi biryardarî bê meşandin. Bi vê êrîşê re xwestine pêşeroja zarokên Kurd, pêşeroja hebûna neteweyî ya Kurdan tarî bikin. Ev êrîş pêkanîneke qirkirinê ya hikûmeta AKP'ê li hemberî hebûna neteweyî ya Kurdan e. Qirkirin jî sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye."
´AKP durûtiyê dike´
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku careke din derketiye holê hikûmeta AKP'ê ya bi mejiyekî faşîst êrîşî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ya zarokên Kurd kiriye, di pratîkê de ti bersiva gotinên wê yên mîna çareserî, biratî hwd. nîne. Daxuyaniya KCK´ê wiha bidawî dibe: "Rayedarên hikûmeta AKP'ê ku hema hema her roj behsa çareseriya pirsgirêka Kurd, aştî û biratiyê dikin, bi fermana Waliyê Amedê re deriyê dibistana perwerdeya Kurdî ya kilît dikin. Vê êrîşê durûtî û helwesta sextekar a hikûmeta AKP'ê ya li pêşberî gelê Kurd nîşan dide, careke din raxistiye pêş çavan. Di serî de gelê Amedê em bang li tevahiya gelê Kurdistanê û dostan dikin ku xwedî li van dibistanan derkeve, wan biparêze û çalakiyên boykotkirina perwerdeya mêtînger mezintir bikin."
ANF/BEHDÎNAN