Berxwedêrên greva birçîbûnê ya Strasobûrgê ji ber sedema felaketa lehiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da û got, ‘’Çawa ku em dibêjin, ‘êşa me, doza me, fikra me yek e’, di wan rojên giran de divê em xwedî li hev derkevin.’’
Li ser navê berxwedêran Agît Ural xwest ku gel alîkariyê bide gelê Rojhilatê Kurdistanê. Ural got divê mirov gelê Rojhilatê Kurdistanê hewceyî dewleta Îranê neke û wiha peyivî: ‘’Ji bo ku em nehêlin gelê Rojhilat, ê ku ji ber bobelatê ziyan lê bûye, hewceyî dijmin nebe, ji bo ku heq ji vê rewşa giran derkeve, divê em alîkariya hev bikin.’’
Ural xwest hemû Kurd bi qasî hêza xwe destê xwe bidin kesên ku ji bobelatê ziyan li wan bûye: ‘’Çawa ku em dibêjin, ‘êşa me, doza me û fikra me yek e’, di rojên giran de divê li hev xwedî derkevin û alîkariyê bi hev re bikin. Divê em alîkariyê ji bo mirovên xwe bidin ser hev û bigihînin wan.’’
Ural her wiha got, ew bawer dike ku gelê Kurd wê destekê bide gelê Rojhilat û diyar kir, 14 berxwedêrên greva birçîbûnê jî wan alîkariyek di nav xwe de komî ser hev kiriye û ew ê vê alîkariyê ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê re bişînin.
Ji 19’ê Adarê ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber lehiyê gelek kes mirin. Ji ber ku li herêmê hê jî li gelek deveran xebatên tespîtkirina ziyanê didomin, kesên ku li gundan mirine, hê jî nehatine qeydkirin.
Piştî vê felaketê Heyva Sor a Kurdistanê ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin.
STRASBOURG