Konseya Rêveber a Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) da xuyakirin ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yekemîn partiya ku temsîla piraniya maqûl a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dike ye û diyar kir ku HDP di heman demê de berdevkiya çîn û navçîn, grûb û kategoriyên civatê yên mexdûr û bindest jî dike. 

KNK'ê ragihand ku gel, çîn û navçîn, grûb û kategoriyên ku ji aliyê dewleta serdestan ve hatine bindest kirin di bin per û baskên HDPê kom bûne, HDP ji bo xwe kirine platformeke demokratîk ku dijî zulm û zorê hebûna xwe, berjewendiyên xwe biparêzin û got, "Lê îro bi rengekî gelek sîstematîk di bin êrîşa dewletê de ne û ev dewleta serdestan, ev dewleta hov firseda jiyanê nade wan û rê nade partiya wan HDPê jî ku wan di dereceya bilind de temsîl bike û di parlementê de bibe dengê wan."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta zalim û sîstema faşîzan benda ji sedî 10'an a hilbijartinê kiriye toka mirinê, ku di serî de Kurd û gelên hevqeder di meydana siyasetê de nemînin û di parlementê de neyêne temsîl kirin. 

KNK'ê diyar kir ku Kurdan û xelkên hevqeder, çîn û navçîn, grûb û kategoriyên bindest da ku bi hêzeke yekbûyî hebûna xwe bidin qebûl kirin, xwe bigihînin parlementê, destên xwe dayîne hev û di bin sîwana HDPê de bûyîne yekvucût ku beramberî dewleta zilimkar bi ser bikevin.


Bersiva êrîşa yekîtiya gelan e

Konseya Rêveber a KNK'ê ragihand ku armanca dewletê, ya AKP'ê û ya hemû hêzên xêrnexwaz ew e ku HDPê derveyî parlementê û prosesa demokratîk bihêlin û got; "Ji ber vê yekê ew ê heta roja hilbijartinan van kir û kiryarên xwe bikin û bidomînin. HDP û hemû tifaqdarên demokrasiyê, yên aştiyê divê vê rastiyê bibînin û bi organîzebûneke hêj xurttir û saxlemtir beramberî wan rawestin. Her dengek, her gotinek hêzek e û ev deng û gotin divê mutleq bibin yek ku vî cepheyê bêyûm belav û tarûmar bikin. Panjehra vê êrîşa jehrawî ya dewleta Tirkiyeyê, hikûmeta AKPê û hemû reng hevçeperên wan yekbûna Kurdan a xelkan, ya hemû bindestan e."

KNK bi hêvî ye ku Kurd û hemû xelkên bindest di vê prosesa hilbijartinan de wê li hebûna xwe xwedî derkevin û van êriş û provakasyonan pûç û betal bikin. 

KNK hemû êrîşan bi xurtî şermezar dike. Parastin û desteka ji bo HDPê erkekî neteweyî û niştimanî ye û KNK, çi li welat û çi li derveyî welat bin, bangî hemû Kurdan, Kurdistaniyan û pêkve bindestan dike ku 7'ê Hezîranê bikine roja bilindkirina alaya demokrasiyê û aştiyê.


 ANF/BRUKSEL




Êriş li Parîsê hatin protestokirin


 Li ser banga Koordînasyona HDP’ê ya Fransayê bi sedan koçberên Kurdistanî û Tirkyeyî li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Parîsê, pêr saet di 18:00 de civiyan. Girseya gel, êrîşên li hemberî avahiyên HDP’ê yên Mersîn û Edeneyê protesto kir û bi pankarta bi nivîsa “Bombeyen we nikarin me bitirsînin, em hemû HDP’yî ne” ber bi Gare de I’Est ve meşiyan. Girseya gel a alên HDP’ê hilgirt bê navber dirûşmên “Em hemû HDP’yî ne” qîriya.

Li ber Postaxaneya Gare de I’Est girse rawestiya û li ser navê HDP’ê Yûsûf Şahîn û li Hevseroka CDK-F Şukran Akdogan axivîn. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku divê bi dengan re bersiv ji êrîşan re were dayîn.

Dûre polîsan destûr dan girseyê ji bo ber bi Bonne Noûvelle ve bimeşe. Girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan gihîşt Bonne Noûvelle. Li vir jî li ser navê HDP Fransayê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berpirsyarên sereke yên êrîşê Serokkomar Erdogan, Serokwezîr Davûtoglû û hikûmet bi xwe ye. 


 PARÎS