Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin.

DUSSELDORF: Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê jî binçavkirina Kişanak û Anli bi girseyî hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wê pêr li ber stasyona navendî ya Dusseldorfê kom bûn, bi dowîzan û dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye”, “Qatilê Zarokan Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Bimire AKP”, “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Bijî Azadiya Kurdistan” û “HDP” ve lanet li terora dewleta Tirk barandin. Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku di şexsê Kişanak û Anli de li dijî îradeya gelê Kurd destwerdan heye.

HAMBÛRG:  Binçavkirina Kişanak û Anli li bajarê Hambûrgê di pêşengiya Ciwanên Azad de bi çalakiyekê hat protestokirin. Li ser navç NAV-DEM’ê Yavûz Fersoglû axivî û diyar kir ku di şexsê Kişanak û Anli de li dijî îradeya tevahî Kurdan êrîş heye. Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî anî ziman ku wê gelê Kurd ti carî li ber van êrîşên faşîst serî netewîne. Alimê Olî Mele Saîd jî diyar kir ku Erdogan hem li ber çavê gelê Kurd hem jî Xwedê gunehkarek e.

OLDENBÛRG: Li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê Kurdistaniyan li avahiya şaredariyê çalakiya bêitiatiya sivîl li dar xistin. Çalakgeran şaredar dîtin, têkîldarî darbeya sivîl a li Kurdistanê agahî parve kirin û daxwaza piştgiriyê kirin.

MANNHEIM: Li bajarê Mannheîm ê Elmanya jî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hat protestokirin.

SAARBRUCKEN: Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî Kurdistanî û dostên wan çalakî li dar xistin.

Di çalakiyê de ku gelek belavok hatin belavkirin, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk Orûç Dapar acivî, got divê gelê Kurd li her derê û di her kêliyê de li ber xwe bide. Li ser navê PYD Saarbruckenê jî Îsa Zerdeşt axivî, anî ziman ku dewleta Tirk ji bo karibe berê xwe bide siyaseta serkeftî ya gelê Kurd êrîşên xwe zêde kirine.

HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê saet di 17:00 de li ber Hannover HBF mîtîngek pêk hat. Tevî nûnerên NCDK, Saziyên Êzidiyan, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, HDK Hannover, rêveberên Partiya Çep ên Hannoverê, Weqfa Rosa Luksembûrgê û Buroya Aştiyê ya Hannoverê bi qasî hezar kes beşdarî çaakiyê bûn. LŞaredarê berê yê Hannoverê û endamê Koma Dostaniya Hannover Amedê Herbert Schmalstîeg bang li hikûmeta Elman kir, ku bi erkên xwe bi kar bîne û ji bo vê neheqiyê biqedîne,b ikeve nava tevgerê. 

ESSEN: Li bajarê Essen ê Elmanyayê, bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Hevserokê NAVEND’ê Yilmaz Gultekîn li vir axivî û bibîr xist, ku Amed dilê Kurdistanê ye. Gultekîn bang li hikûmeta Elmanya kir û got, “Erdogan ê ku tu destekê dide wî, zerarê dide malê gel. Demokrasiya te li ku ye?” Di çalakiyê de dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan, Kurdistan wê li te bibe goristan” hatin qîrîn.

HÎLDESHEÎM: Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, li ber NCDK çalakî hate lidarxistin û binçavkirina Kişanak û Anli hate şermezarkirin.

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û endamên ACTÎT û ATÎK’ê s li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li hev civiyan û meşiyan. Di çalakiyê de dirûşma “Terorîst Tirkiye, piştevan Ewropa’ hat qîrîn. Piştî ku girseya gel gihîşt meydana Repûblîqûe, Hevserokê NCDK ê Parîsê Ozcan Bahşî axivî. Bahşî got, “Em ê bi geşkirina berxwedanê li ber van êrîşên faşîst rabin û her roj li meydanan bin.”

RENNES: Bi heman armancê li bajarê Rennes ê Fransayê, CDK-Rennes û Komeleya Jinê ya Zîn mîtîngek lidar xistin. Alîkarê Şaredarê rennesê, şaredarê berê, endamên komleeya Dostaniya Kurd Broton, partiya komunîst a ciwan a Fransayê û du parlamenterên Fransayê jî tevlî çalakiyê bûn. Çalakî li Place de la Maîrîe pêk hat û hat destnîşankirin, ku heta sekinandina pêla girtinê ew ê her hefte çalakiyan lidar bixin.

MONTPELLÎER: Li bajarê Montpellîer ê Fransaê, li ser banga NCDK, Kurdistanî saet di 20:00 de li meydana Comedîe li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên “Terorîst Tirkiye”, “Kujerê zarokan Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Bimire AKP”, “Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan” terora dewleta Tirk şermezar kirin. Ji bo meşa girseyî ya 28’ê Cotmehê roja Înê saet di 19:00 de, banga tevlîbûnê hat kirin.

STOCKHOLM: Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn li ber Gara Navendî ya bajêr li hev civiyan û binçavkirina Hevşaredar Kişanak û Anli şermezar kirin. Çalakgeran li ser mijarê belavok li rêwiyan belav kirin û dûre ber bi meydana Sergelê ve meşiyan. Li vê qadê jî axaftin li ser mijarê hat kirin û binçavkirina Kişanak û Anli hate şermezarkirin. Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.

BORLANGE: Li bajarê Borlange yê Swêdê, li ser banga NCDK komek ji 50 kesî li hev civiya û ber bi avahiya şaredariyê ve meşaiy. Çalakger bi rêveberên şaredariyê re rûniştin û ji hikûmeta Swêdê xwestin, ku ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava û girtin û binçavkirina hevşaredarên Kurdan, helwestê li dijî Tirkiyeyê nîşan bidin. MALMO: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Malmo yê Swêdê dijîn, li meydana Mollenvagstorgetê mîtîngek lidar xistin. Bi qasî 100 çalakgerî dirûşmên “Destên xwe yên qirêj ji HDP Û DBP’ê vekişînin”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime”, “Dest nede vîna min”, “Kujer Erdogan” qîriyan. 

VIYANA: Bi heman armancê li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li paytexta Awûstûrya Viyanayê mîtîngek pêk hat. Bi dehan Kurdistanî û dostên wan li vir li hev civiyan û binçavkirina Hevşaredaran şermezar kirin. Li aliyê din, NCDK a Viyanayê wê di rojên pêş de meşeke mezin a protestoyî lidar bixe.

BERN: Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona trenê ya navendî ya Bernê li hev civiyan û li dijî Erdogan û çeteyên wî pankart û dowîz hildan. Girseya gel ber bi Parlamenta Federal a Bernê ve meşiya. Di dema meşê de dirûşmên “Terorîst Tirkiye”, “Kujer Erdogan”, “Amed bi tenê nîne” hatin qîrîn. Di heman demê de li ser binçavkirina Hevşaredaran, belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. 

LOZAN: Kurdistanî û dostên wan ên li Lozanê dijîn, li ber dêra St. Laûrentê çalakiyek pêk anîn û xwedî li Amedê derketin. Qisekeran li vê derê gotin, Erdogan gav bi gav Tirkiyeyê dixe nava şerê navxweyî û bal kişand ser polîtîkaya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne. 

BASEL: Li bajarê Baselê, Kurdistanî û dostên wan li meydana Basel Claraplaty li hev civiyan û binçavkirina Hevşaredaran û hiqûqa mêtîngeriyê şermezar kirin. Di çalakiyê de li dijî Erdogan dirûşme hatin qîrîn û ji gelê Kurd hat xwestin, li dijî dewleta Tirk a mêtînger her li ser piyan be.

ZURÎCH: Binçavkirina Kişanak û Anli li bajarê Zurîchê ji aliyê nûnerên partiyên Swîsreyî û parlamenteran ve hate şermezarkirin. Li se navê Komîteya Şaredariya Bira ya Zurîch-Amedê, Medîco Înternatîonal, Solîfonds, Alternatîf Lîste, Kesk, Zurîch SP, Meclîsa Jinê ya Bêrîtan û DEM-KURD, li qada çalakiyê axaftin hate kirin. B

DEN HAAG: Binçavkirina Kişanak û Anli li ber Parlamanta Hollandayê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin, raya giştî hate agahdarkirin û li dijî pêkanînên faşîst û antî demokratîk, bang li raya giştî hat kirin ku li cem gelê Kurd cih bigire.

ARNHEÎM: Girseya ku li ber şaredariya Arnheîm kom bû, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de hat gotin ku divê dewleta Tirk derhal dest ji girtina hilbijartiyên gel berde. Ji bo Kurdistaniyên li Arnheîm û derdora wê dijîn jî banga tevlîbûna meşê ya ku wê 

LONDON: Li paytexta Îngilîstanê Londonê binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hat protestokirin. Di çalakiya li ber Sefîrxaneya Tirk hat lidarxistin û berxwedan hat silavkirin, li dijî AKP’ê hêrsek mezin hebû. Gelê Kurd xwest ku êrîşên li dijî nûnerên siyasî demildest bên sekinandin.


NAVENDA NÛÇEYAN