
Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) der barê komkujî û talana xwezayê ya li Dehlên Hewselê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîteya Ekolojiyê ragihand ku bi salane tê xwestin, bi şewitandina gund û daristanan, bi qanûnên bendav û avdaniyê re erdnîgariya Kurdistanê bê tinekirin û destnîşan kir ku di roja îro de jî li hemberî Dehlên Hewselê ku parçeyek ji Geliyê Dîcleyê ye şer hatiye destpêkirin. Komîteyê bal kişand ser pêvajoya vekişîna gerîla û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ya vekişîna gerîla ji xwe re weke firsend dît, lez da çêkirina bendavên ku nedikarî di şert û mercên şer de çê bike û herî dawî jî xwestiye Dehlên Hewselê ji holê rake.
Hawirdorê talan dikin
Komîteya Ekolojiyê wiha got: "Yên li Hewselê diqewimin sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tiştên ku anîn serê Xelfetî, Samsat û Zeugma niha dixwazin bînin serê Mûnzûr, Heskîf û di bin navê ji nû ve avabûnê de bînin serê Hewselê. Bêdengiya li pêşberî vê, bi qasî hevkariya qirkirinê sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Beriya salekê hat xwestin ku li qiraxa Hewselê bendav bê çêkirin û gelê Amedê bi çalakiyan helwesta xwe nîşan da. Lê îro bi birîna bi hezaran daran û vekirina qadê ji bo çêkirina avahiyan, Hewsel ji holê tê rakirin. Hişyarî û berpirsyariya li pêşberî Hewselê ku bi xeteriya talanê rê rû bi rû ye, pîvana bingehîn a demokrat û welatparêziyê ye. Ev yek di heman demê de rêya yekane da astengkirina planên nû yên komkujî û talanê ye."
Çalakiyên ekoparêziyê kêm in
Komîteya Ekolojiyê xwest, kesên bi firsenda zêdehiya karên hilbijartinê re dixwazin projeya tinekirina Hewselê bi pêş ve bibin, bêbersiv nemînin. Komîteya Ekolojiyê ji bo rizgarkirina Hewselê xwest çalakiyên demokratîk werin zêdekirin û destnîşan kir ku divê xebatên hilbijartinê û çalakiyên demokratîk bi hev re werin meşandin. Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Yên ku ji ber zêdebûna xebatên hilbijartinê di wê baweriyê de ne ku Hewsel bêxwedî ye, divê bersiva xwe bibînin. Li hemberî van pêwîste konên hilbijartinê li Hewselê werin vedan û heta hikûmet dest ji talana Geliyê Dîcle û Dehlên Hewselê berde, bi şev û roj gel li Hewselê kom bibe û xwedî li mîrateya mezin a mirovahiyê derkeve. Her roj, her saeta derengketî tê wateya tinekirina Hewselê, ku careke din nayê vegerandin."
Welatparêzî parastin e
Di dawiya daxuyaniya xwe de komîteyê ev bang kir: "Li dijî vê feraseta ku li hemberî hemû nirxên dîrokî, çandî û xwezayî bi helwesteke li dijî mirov û exlaqê şerê qirkirinê hatiye destpêkirin, parastina ekolojîk parastina rastî ya welatparêziyê ye. Em bang li tevahiya gelê xwe, rêxistinên civakî yên sivîl û tevgerên ekolojiyê yên navneteweyî dikin ku xwedî li Geliyê Dîcle û Dehlên Hewselê derkevin."
ANF/BEHDÎNAN