Xwedî li jinên Kurd derdikevin
Piştî girtina hevseroka berê ya DBP’ê Gulcihan Şîmşek tevî 17 siyasetvan û çalakgerên tevgera azadiya jinê, Komeleya Hevbajarîbûna Wan-Baselê ya li Swîsreyê daxuyaniyek da. Komeleyê piştgiriya xwe ji bo Gulcihan Şîmşek eşkere kir û dewleta Tirk ji ber helwêsta wê rûreş kir.
Gulcihan Şîmşek 24’ê Gulanê hatibû girtin. Hevserokên Komeleya Hevbajarbûna Wan-Baselê parlamenterên meclîsa neteweyî yên ji kantona Baselê yên ji Partiya BastA Sîbel Arslan û rêveberê heman partiyê Martin Fluckiger daxuyanî weşandin. Wan got, ew bi nûçeyê behitî ne. Gulcihan Şimşek ji bo komeleyê bi salan bûye kesa pê re têkilî danîne û wan gelek proje jî di dema hevşaredariya wê ya Sîxkê ya Wanê de madî destek kirine.
Komele bi bîr dixe ku berê jî 5 salan bê îdîaname jî Gulcihan Şîmşek di hepsê de hatiye ragirtin û dibêje, ”Nexasim tevgera jinên Kurd a xurt direheke di çavên erdogan de. Tevî Gulcihan Şîmsek 17 jinên din hatin girtin, hemû jî ji bo mafên jinan angaje bûn.”
Komele dibêje, ew destekê didin daxuyaniya jinên girtî yên ku dibêjin, ”Em niha di hepsê de ne, lê têkoşîna li dijî şideta beramberî jinê li derve wê dewam bike. Em jî nahêlin me çavtirsandî bikin. Gava em bên berdan, em ê ji cihê em lê mayîn têkoşîna xwe dewam bikin.” BASEL