Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê ya Alema Îslamê  daxuyaniyek da. KCK’ê di daxuyaniyê de cejna alema Îslamê û gelê Kurdistanê pîroz kir û bang li gelê Kurd kir ku bi serhildanan li berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a di girtîgehan de xwedî derbikevin.
KCK’ê bal kişand ser girîngiya cejna Qurbanê û diyar kir ku ji niha ve xuyaye ku dê Cejna Qurbanê li Rojhilata Navîn dê bi xemgîniyê derbas bibe û wiha got: “Bi hêviya ku ev cejna pîroz Cejna Qurbanê bibe wesîleya çareserî, azadî, demokrasî û aşitiyê, em li hemû alema Îslamê û gelê Kurdistanê pîroz dikin.”
KCK’ê bal kişand ser berxwedana greva birçîbûnê ya di girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê de ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin û ev tişt got; “Gelê me vê cejnê ligel berxwedana bi wate ya ku Rêberê Apo li Îmraliyê pêş xistiye, berxwedana greva birçîbûnê ya ku hevalên me yên di girtîgehan de dane detpêkirin, fedekariya mezin a ku gelê me li qadan nîşan dide, hemleya dîrokî ya ku hêzên me yên gerîla li dijî wehşeta mêtîngeriyê pêş xistiye û şoreşa li rojavayê Kurdistanê pêk tê, pêşwazî dike.”
 KCK’ê got; “Ji ber vê çendê gelê me, di van rojên pîroz de yekitiya navxweyî xurt dike û aşitiya navxweyî pêk tîne”
KCK’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê şerê li Kurdistanê ji nedîtî ve tê, banga agirbestê li Sûriyeyê dike û got ku bi vê yekê dixwaze şerê ku heye dijwartir bike û ev tişt anî ziman: “Hikûmeta AKP’ê her roj li hemberî gel û hêzên me êrîşên nû pêk tîne, li hemberî êrîşên li dijî gel dê hêzên me berxwedana xwe xurt bikin. Dewleta mêtînger a her cejn li gelê me dike jehr, vê cejnê serî li heman rêbaza xwe kirêt dide. Her çendî greva birçîbûnê ketiye roja 44’an, zîhniyeta mêtînger çav û dilê xwe li daxwazên wan digire, nîşan dide ku dê wehşet û zilma xwe li Kurdistanê bidomîne.”
KCK’ê herî dawî cejna Qurbanê li Alema Îslamî, gelê Kurdistanê pîroz kir û xwest bibe wesîleya aşitî û azadiyê.

ANF/BEHDÎNAN