Li Tirkiyeyê jî bi armanca piştgiriyê bidin gelê Rojava koordînasyonb û platform hatin avakirin û kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayan de bi sedan kamyonên alîkariyê gihandin Rojava. Ligel vê yekê vê carê di bin pêşengiya KCD’ê komîsyona ji 5 kesan pêk tê hate avakirin. Di komîsyonê de li gel nûnerên KCD û BDP’ê nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî cih digirin. Komîsyonê dê rojên pêş de bi civînekî çapemeniyê avakirina xwe îlan bike. Endamê Meclîsa BDP’ê û Endamê komîsyonê Mazhar Zumrut têkildarî geşedanên Rojava re jî DÎHA’yê re axivî. Mazhar Zumrut, diyar kir ku gelê Rojava her tim deriyê xwe ji gelê “Kurdistana Bakur” vekir û niha dor a deng dayînê ye.
Zumrut, anî ziman ku gelê Rojava gelekî cefakâr e û wiha got: “Kurdên li 3 perçeyên Kurdistanê jiyîn dema rastî talukeyan dihatin diçûn cem birayên xwe yên li Rojava. Gelê Rojava jî her tim nanê xwe bi wan re parve dikir. Piştî serhildana Şêx Saîd a di 1925’ê de gelek Kurd derbasî Sûriyeyê bûn. Di sala 1978’an de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan jî ji Tirkiyeyê derbasî Kobaniyê bû. Hemû kesên çûn wir ji aliyê gel ve xwedî lê hate derketin. Divê Kurdên li perçeyên din dijîn îro hem di aliyê siyasî û hem jî di aliyê însanî de vî deynê xwe bidin. Komîsyon ji bi vê armancê hate avakirin.” Zumrut, da zanîn ku “Şoreşa 19’ê Tîrmehê” ya di bin pêşengiya gelê Kurd ê Rojava de pêk hat li cihanê şoreşekî taybet e û wiha axivî: “Li Sûriyeyê li aliyekî hêzên OSO û li aliyekî jî hêzên hikûmetê hene. Lê gelên li Rojava dijîn di bin pêşengiya Kurdan de ji bo azadiyê hatin cem hev ne bi OSO û ne jî bi hikûmetê re tevgeriya û weke aliyê sêyemîn gotin ‘em dê gelê xwe û axa xwe biparêzin’ Gelê Rojava îro axa xwe diparêze. Ji berê yekê rastî êrîşên çeteyên hêzên navneteweyî piştgiriyê didinê hatin. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd, partiyên siyasî û saziyên din alîkariyê û piştgiriyê bidinê. Divê îro em hem dilê xwe û hem jî deriyê xwe li wan vebikin.”




‘Piştgiriya çeteyan wê pêvajoyê têk bibe’



Zumrut, da zanîn ku Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên gelê sivîl jî hedef digire û ev yek bi pasaport û nasneyên ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatin destserkirin şênber bû. Zumrut, bilêv kir ku ew kom piştgiriyê ji Tirkiyeyê digirin. Zumrut xwest ku Tirkiye piştgiriyê û têkiliya xwe bi wan çeteyan bibire. Zumrut, destnîşan kir ku piştgiriya Tirkiyeyê ya dide çeteyan li dijî pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin e û wiha axivî: “Behsa çareseriya pirsgirêka Kurd dikin û nîqaşa vê yekê dikin û lê li aliyê din helwestekî dijmaniyê pêk tînin. Ev yek li dijî rihê pêvajoyê ye û dê pêvajoyê bixitimîne. Em dixwazin hikûmet ji vê şaştiyê veger.”
Zumrut, anî ziman ku komîsyon dê xebatên siyasî bike. Zumrut, da zanîn ku mudaxeleya Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyeyê “dînatiye” û wiha pê de çû: “Lê divê em di her alî de amadekarî û xebatên xwe bikin. Divê em li dijî mudaxeleyekî pêk bê jî amade bin.”
Zumrut, destnîşan kir ku “Kongreya Neteweyî ya Kurd” a ku dê di pêvajoya pêş de li Hewlêrê pêk bê gîrîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Kurd êdî bêstatu nikare bijî. Ev êdî zelal e. Divê divê konferansê de ji bo gelê Rojava û gelê li perçeyên din biryarên girîng bigire.”


HAYRÎ DEMÎR/DÎHA/AMED  




Fitre û zekat ji bo gelê Rojava


Şaredariya Yenîşehir û rêxistina navçeyê ya BDP’ê di serdana gundan de banga piştevaniya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re kirin. Hat xwestin ku fitre, zekat û alîkarî ji bo gelê Rojava re werin şandin.
Şaredariya Yenîşehir û rêxistina Yenîşehir a BDP’ê , bi wesîleya Meha Remezanê diçin serdana gundên navçeyê. Di serdanên ku wê 30 rojî berdewam bikin de, niştecihên gundan eleqeteke mezin nîşanî serdanên BDP’yiyan dikin.
Rayedarên şaredariyê û BDP’yî pêr jî çûn serdana gundê Qamişek. Di serdanê de wekîlê şaredarê Yenîşehîr Zekî Dogrul, Serokê Rêxistina Navçeya Yenîşehîr a BDP’ê û rêveberên wê amade bûn.
Piştî nimêja terawîhan a li mizgefta gund, Wekîlê Şaredarê Yenîşehîr Zekî Dogrul, bal kişand ser rewşa şer a li Rojava û pêdiviyên gel û got, “Rewşa gelê me yê Rojava li ber çavan e. Bi rastî jî xizaniyeke mezin heye. Di van rojên pîroz de ku em ê luqmeya xwe bi gelê Rojava re parve bikin, em banga hişyariyê li her kesî dikin. Fitre, zekat û alîkariyên ku hûn ê di Meha Remezanê de bikin, ji aliyê partiya me ve bi rêya komîsyonan wê li gelê me yê Rojava were belavkirin. Di vê çarçoveyê de em diwazin gelê me yê Rojava tenê neyê hiştin û ya pêwîst were kirin.”

AMED