Li navçeya Amedê Sûrê piştî qedexeya 9 roja 17 saetan navber da qedexeyê û qedexeya xwe ya nû jî beriya bi çar rojan da destpêkirin. Terora dewletê bi esker û polîsên xwe êrîşan dibe ser sûrê, pêr û doh dengê sîlehan û teqînan zêde bû. Dengê çek û teqînan herî zêde ji derdora mizgefta Kurşunlu û taxa Savaşê tê. Li dijî êrîşên tîmên taybet û polîsan gel jî bi parastina rewa li ber xwe didin. Bi qasî hat zanîn di êrîşan de du welatî birîndar bûn, û di encama berxwedanê de jî xisar li gelk wesaîtên zirîhpoş ên dewleta Tirk bû.
Du welatî birîndar bûn
Li Taxa Fatîhê jî ji pêr êvarê ve dengê çekan û teqînan tê. Hat ragihandin ku li vê derê li 3 wesayîtên zirxî yên êrîşî gel dikirin, ji ber şerê qewimî xisareke mezin çêbûye. Nayê zanîn ka di van wesayîtên derb xwarî de, kuştî yan jî birîndar hene yan na. Her wiha hate ragihandin ku li nêzî Mizgefta Kûrşûnlû li hember wesayîta zirxî ya tîmên taybet çalakiya bi rokatan hatiye lidarxistin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li heman cihî ji ber êrîşên hêzên dewletê, îro jî 2 kes birîndar bûne.
Gel jî li hember êrîşên zêde yên dewletê piştevaniyê xurt dikin, pêdiviyên xwe bi awayekî komunal bi cih tînin.Şêniyên Sûrê yên li dijî êrîşên çekdarên dewleta Tirk li ber xwe didin, bang li tevahiya gel bi taybetî jî gelê Amedê dikin, ku li dijî vê terora dewletê çalakiyan li dar bixin û nerazîbûnê nîşan bidin.
Li aliyê din hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag têkîldarî qedexeyên derketina derve yên li Sûr, Kerboran û komcivîna HDP'ê ya 15'ê Kanûnê de li avahiya HDP'ê li dar xist. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken û parlamenterên HDP'ê jî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Fîgen Yuksekdag axivî û diyar kir ku di pêvajoyê de ku Tirkiyeyê hemûyî çavên xwe lê girtine, ji bo balê bikişînin ser şîdeta li herêmê hatine cem hev, li Sûrê sewqiyateke mezin tê kirin û gelê Sûrê li dijî êrîşan berxwedaneke mezin nîşan dide.
'Mirov tên koçberkirin'
Yuksekdag got, dewlet xelkê navçê koçber dike û ji bo vê hemû rêbazan bi kar tîne û wiha peyivî: "Ji bo vê yekê qedexe ji bo demeke kurt hate rakirin. Dîmeneke sosret derket holê. Di wan seatan de ketina Sûrê qedexe, lê derketina jê serbest bû. Ligel bombebaranê ciwanan taxên xwe terk nekirin. Li cihên ku leşker û polîs dikeviyê, xelkê koçber dikin."
Yuksekdag got, komcivîna HDP'ê ya roja sêşemê wê li Amedê bê lidarxistin û ev bang kir: "Ji bo ku em êşa gelê xwe parve bikin, ji bo ku pişta xwe nedin qetlîaman em ê komcivîna xwe li Amedê li dar bixin. Em dixwazin hemû raya giştî bila berê xwe bide vir. Bila her kes berê xwe bide Sûrê, berê xwe bide Nisêbîn, Dêrik û Amedê, heta ev yek neyê kirin, nikarin rastiyan bibînin."
AMED