Jinên Kurd li ber avahiya Eûtelsatê ya li Kolnê çalakiyeke protestoyî li dar xistin û diyar kirin, ew ê xwe li girtina televîzyonên Kurd ranegirin. Jinên Kurd, biryara Eutelsatê ya ji bo girtina qenalên Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê, şermezar kirin û xwedî li televîzyonên xwe derketin. Jinan gotin, “Ji ber ku ew saziyên me yên neteweyî ne ku deng, çav, guh û zimanê me ne emê li kanalên xwe xwedî derkevin.”
Jinên li bajarê Koln ê Elmanyayê tevlî çalakiya protestoyî ya li ber şaxê Eutelsatê bûn, ji ANF’ê re xivîn.
Emê li ber xwe bidin
Yek ji çalakgeran Dayika Zeynep anî ziman ku gelê Kurd gelek bedel dane û got: “Me cihê xwe yê li nava mirovahiyê parast, lê belê ji bo bêdengnebûna televîzyonên me, em ê her tim li ber xwe bidin. Em ên nehêlin ku televîzyonên me bên bêdengkirin.”
Çalakgereke din Melek Koçgirî jî anî ziman, her gel dixwaze nasnameya xwe bidomîne û destnîşan kir ku medya jî amûreke ji xweîfadekirinê ye.
ANF/KOLN