Xwendekarên Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek, derbarê komeleyê û ziman de hêstên xwe anîn ziman û ji ber hebûna komeleyê jî kêfxweşiya xwe îfade kirin: “Divê hemû ciwanên me xwedî li zimanê xwe derkevin. Li her derê bi zimanê xwe biaxivin.”
Li navçeya Şirnexê Cizîrê Îlonê bihurî Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek hatibû vekirin. Piştî vekirina komeleyê bi dehan kesî li komeleyê dest bi dersa zimanê Kurdî kir. Yek ji wan jî Ronya Erturk e. ew dibêje, “Ji ber ku em li vir zimanê xwe fêr dibin, em gelekî kêfxweş in. Dema mirov fêrî zimanê xwe bibe tiştekî gelek baş e. Lê belê piştî ku komeleyên me yên ziman hatin girtin, em nêzî 4 salan ji perwerdeya bi zimanê xwe yê Kurdî dûr ketin. Divê mirov fêrî zimanê xwe yê dayikê bibe.
Em dixwazin saetên xwendina pirtûkan jî hebin. Divê em bi zimanê Kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin.”
Ji xwendekaran, Melîke Altintaş jî kêfxweş e û dibêje, “Piştî 4 salan li Cizîrê dîsa komeleya zimanê Kurdî hat vekirin. Ji bo xwendin û nivîsandina Kurdî em bi pêş bixin ez hatim vê derê. Ji bo ku em xwedî li zimanê xwe derkevin ez li vê derê me. Em dixwazin ku hemû ciwanên me jî xwedî li zimanê xwe derkevin û bi zimanê xwe biaxivin. Em gelek kêfxweş in ku îro ev komele vekirine. Her wiha ez li vê derê fêrî wêjeya Kurdî dibim. Ev jî tiştekî gelekî baş e.”
ŞIRNEX