Hewldana dagirkirina herêma Xanesor a Şengalê ya ji aliyên komên girêdayî PDK’ê ve, bû sedem ku birîneke di rastiya Kurd de careke din vebe. Di navbera hêzên Kurd de ev demeke dirêj bû ku şer û peçûnên cidî rû ne dabûn. Lê belê ajotina ser Êzîdiyan a kontra û çeteyên paramilîtêr ên PDK’ê a li ser gelê Êzîdî ji bo dîroka Kurdan pêvajoyeke neyînî nû ya dîrokî da destpêkirin. Ev tevgera leşkerî ya li dij Şengalê ji xiyanetê wêdetir, êrîşeke dermirovahî ya li dij civakeke mazlûm e. Pêkanîna êrişeke bi vî rengî ya li Êzîdiyên ku hêna êşên ji ber êrîşên DAIŞ’ê didomin bi navlêkirina herî nerm bêwîjdanî ye. 

Serdana Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê ji bo Kurdan rewşeke neyînî derdixe holê. Desilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ketiye reşweke wisa ku, bi şêwazekî şermê PDK’ê bikar tînin. Serdana Barzanî ya beriya wê dagirkeriya Cerablûsê bi xwe re anî. Serdana dawî vergeriya êrişa dagirkeriya Şengalê. Hebûna têkiliyeke bi vî rengî di navbera partiyeke Kurd û dewleteke ku mêtîngerî û tevkujiyê li ser Kurdan dimeşîne, bêşensiya herî mezin a Kurda ye. Li tevahiya cîhanê mînakê hevkariyeke bi vî rengî gelekî kêm in. PDK, bi desteka dewleta Tirk hewl dide bandora PKK’ê ya li ser Kurdistanê kêm bike. Ji aliyekî ve dewleta Tirk, ji aliyê din ve ew bi xwe êrişî Tevgera Azadiya Kurd dikin. Bawer im dîrok wê vê têkiliyê bi berfirehî birinirxîne.  

Di vê pêvajoyê de heger Kurd li tevahiya parçeyên Kurdistanê ne bi hev re bin û hêzeke hevpar amade nekin wê têk biçin. Bi şêwazê destxistina hin destkeftiyan a li parçeyekî Kurdistanê wê biser nekevin. Ji ber vê yekê jî lewazbûna li parçeyekî ya têkoşîna azadiyê, têkoşînên azadiyê yên li hemû parçeyan bi şêwazekî neyînî bandor bike. Bi taybetî jî lewazbûna têkoşîna li Bakûrê Kurdistanê, hemû Kurdistan û Kurdan wê neyînî bandor bike. Heger li hemû parçeyên Kurdistanê di roja me de pêşketinên mezin hene û ji bo paşerojê hêvî didome, ya ku ev ava kir têkoşîna azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê ye. Lê belê PDK tevî dewleta Tirk dixwaze Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bike. 

Êzîdî bi fermana 73. bi tinebûnê re rû bi rû man. Lê belê bi sekinandina DAIŞ’ê ya ji aliyê gerîlayên YPG û HPG’ê ve û piştî rizgarkirina Şengalê, Êzîdî bûne xwedî zanisteke dîrokî û rêxistinbûyina xwe ya xweser ava kirin. Bi fermanên ku li wan rabûn re têgihiştin ku neçarin bibin xwediyê rêveberiya xwe ya xweser. Ji ber vê yekê jî li Şengalê ji bo karibin xwe bi xwe bi rê ve bibin Xweseriya Demokratîk ava kirin. Li dewsa ku PDK vê hewldana Êzîdiyan bi kêfxweşî pêşwazî bike, êriş birina ser xwerêveberî û xweparastina Êzîdîdiyan gunehê herî mezin ê dîrokê ye. 

 Helwesta PDK’ê ne demokratîk e. PDK bi vê helwesta xwe herî zêde zirarê dide xwe. Heger PDK xweparastin û xweseriya Êzîdiyan a li Şengalê nas bike, hem wê were rexnedayina helwesta xwe ya dema DAIŞ’ê êriş bire ser Şengalê, hem jî dikare têkiliyên xwe sererast bike. Dikare bi vî rengî careke din Êzîdiyan bidest bixe. Gotinên mîna ezê bi hêza leşkerî têkevimê, Êzîdiyan bitirsînim, bi pereyan wan bikirim û li wir ezê tahakûma xwe ava bikim bijarkên xirab in. Tê wateya bûyina kopyaya desthilatdarî û otorîteyên li Rojhilata Navîn. Ji xwe zaaf û kêmasiya herî mezin a PDK’ê ew e ku têgihiştina desthilatdarî ya klasîk ji dest bernade. Di rastiyê de mînakeke têgihiştina desthilatdariya Baasî û otorîteyê ye. Ji ber vêyekê jî li Başûrê Kurdistanê hem bi hêzên siyasî re, hem jî bi gel re pirsgirêkan dijî. 

Heger PDK dev ji vê têgihiştin û feraseta rêveberiyê bernede, wê weke rejîmên otorîter ên li Rojhilata Navîn têk biçe. Ji ber ku têgihiştina wê ya siyasî ku heye, karakterêke ku ne ji aliyê DYA ya destekê dide PDK’ê, ne ji aliyê Ewrûpa û ne jî ji aliyê Îsraîlê ve nayê qebûl kirin. Heger xwe neguherîne piştgirên herî mezin jî dê wê biterikînin an zexta guherînê lê bikin. Tenê bi desteka desilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li ser lingan namîne. Lê belê li dewsa ku xwe bisipêrê hêz û yekîtiya gelê Kurd serî li rêbazên demderbasbûyî dide. Neguherîn û bêberhemiya polîtîkayê dibe sedem ku PDK bikeve nava rewşên wisa bêzar. Dema ji ber dijminatiya xwe ya bi PKK’ê re Tirkiye hin derfetan jê re nas dike, PDK êrîş dike. Lê beranberî çi! Hemû gelê Kurd û cîhan vê yekê dibîne. 

Heger Kurd û hemû hêzên wan ên siyasî li gelê Êzîdî xedî dernekevin, hewldanê nedin da Êzîdî bibin xwedî jiyaneke xweser, wê ji aliyê exlaqî, vîjdanî û siyasî ve xwe têk bibin. Ji ber vê yekê jî divê tevahiya gelê Kurdistanê li dij êrîşa PDK’ê ya li ser Êzîdiyan rawestin û bibin xwedî helwest. Ji bo hêzên leşkerî yên şandine ser wan vekişîne divê zextê li PDK’ê bikin. Ji ber ku ev ferzkirina PDK’ê wê bibe sedem ku li Şengalê şerekî mezin rû bide û ev şer wê li qadeke berfireh belav bibe. Ev rewş jî di serî de AKP-MHP wê herî zêde dijminê gelê Kurd kêfxweş bike. 

Kurdan li her derî ji desthilatdariyên navendî gelek zilm û zor dîtine. Ji ber vê yekê jî Kurdan xwestiye cuhadî û xweserî werin naskirin. Ji ber vê yekê dijderketina xweseriya Şengalê û daxwazkirina bûyina otorîteyeke navendî ji bo PDK’ê rewşeke gelekî xirab e. Divê PDK dawî li vê helwesta xwe bîne. Ev yek jî bi zexta raya giştî ya Kurd dikare pêk were. Ji bo rêgirtina li şerekî dijwar divê raya giştî ya Kurd rabe ser piyan û nîşan bike ku li bi gelê Êzîdî re ye. Ji ber ku PDK ne xwedî karakterekî demokratîk e nayê zanîn ka wê zexta raya giştî çiqasî li ber çavan bigire. Lê belê li tevahiya Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê guhertinên girîng pêk hatine. Ji ber vê jî rabûna ser piyan a gelê Kurd, avakirina zexteke raya giştî wê karibe bihêle PDK dawî li helwesta xwe bîne û bihêle hêza xwe ya leşkerî vekişîne.