Bêhelwestiya hêzên navneteweyî ku li pêşberî qirkirina  etnîkî ya ku dewleta Tirk di 9’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) da destpêkirin bêdeng man. Yekane rêya ku vê rewşê ji holê rabike ew e ku Kurd bi konferansa yekîtiya neteweyî di vê sedsalê de çarenûsa xwe diyar bikin.

 Divê rêxistin û partiyên Kurdistanî hemû li hev kom bibin û bibin yek.

 Ji bo stratejiya hevpar, parastina hevpar, dîplomasiya hevpar gav bên avêtin.

 Di vê çarçoveyê de ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî em bang li rewşenbîr û hunermendan dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin.

HULYA EMEÇ / LOZAN

Ji çar parçeyên Kurdistanê zêdeyî 100 hunermend, rewşenbîr, siyasetvan û nûnerên saziyan bi civîneke çapemeniyê dest bi Meşa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd a ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve kir. Meş îro wê li Cenevreyê bi dawî bibe.

Bêhtirî 100 çalakger li Place de Riponneya Lozanê civiyan. Avahiya Peymana Lozanê lê hate îmzekirin jî li vê meydanê ye. Li vir beriya meşê bidin destpêkirin, wan daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li cihê civîna çapemeniyê pankartên li ser wan nivîsandî “Ji bo têkbirina dagirkeriyê yekîtiya neteweyî ava bike” û “Li dijî dagirkeriyê Rojava biparêzin” hatin hilgirtin.

Li ser navê çalakgeran daxuyaniya hevpar hate xwendin û hat gotin, “Em mirovên ji nêrînên cuda yên siyasî, nûnerên sazî û partiyên ji beşên cuda yên Kurdistanê, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, wênevan, rojnamevan, akademîsyen, jin û ciwanên Xiristiyan, Kurd, Suryanî-Keldanî, Asûrî, Ermenî, Tirkmen, Elewî, Misilman, Êzidî ji bo yekîtiya neteweyî ji Lozanê dimeşin Cenevreyê.”

Çalakgeran bêstatuhiştina Kurdistanê û miletên wê û xasma Kurdan bi bîr xist û piştre jî ji bo rewşa îro got, “Hîn jî hin hêz hene ku ji bêstatubûna Kurdan sûdê werdigirin. Mîna bêhelwêstiya hêzên navneteweyî ku li pêşberî qirkirina etnîkî ya ku dewleta Tirk di 9’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) da destpêkirin bêdeng man. Yekane rêya ku vê rewşê ji holê rabike ew e ku Kurd bi konferansa yekîtiya neteweyî di vê sedsalê de çarenûsa xwe diyar bikin. Parçebûyîn, mezhebî, partîtî wê ne tenê bi parçeyekî bidin windakirin, wê bi tevahiya gelê Kurd bidin windakirin. Yekîtî jî wê bi Kurdan û tevahiya Kurdistanê bide qezençkirin.”

Li dijî dewleta Tirk ambargo û boykot

Çalakgeran di daxuyaniyê de daxwazên xwe jî îafde kirin ku mirov dikare weke li jêr wan bide nasîn,

  • Divê rêxistin û partiyên Kurdistanî hemû li hev kom bibin û bibin yek.

Ji bo stratejiya hevpar, parastina hevpar, dîplomasiya hevpar gav bên avêtin.

Di vê çarçoveyê de ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî em bang li rewşenbîr û hunermendan dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin.

  • Divê artêşa Tirk bêşert û merc tavilê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji Efrînê bê derxistin.
  • Ji bo ewlekariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qada hewayî (ji bilî alîkariya mirovî) li firînan bê qedexekirin.
  •  Bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hêzeke leşkerî ya navneteweyî ji bo parastina aştiyê tavilê li ser sînorê Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê bicihkirin.
  •  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî civînên komîteya destûra bingehîn a Sûriyeyê ya li Neteweyên Yekbûyî bên kirin.
  •  Mirovên ji Rojava ji cih û warê wan hatine kirin bi rengekî ewle li warê wan bên vegerandin û zerara ku li wan bûye bê tezmînkirin.
  •  Ji bo qirkirina etnîkî ya li Rojava bê astengkirin ambargoya çekan li Tirkiyeyê bê ferzkirin.
  •  Tûrîzm û malên Tirk bên boykotkirin.”

Di dema daxuyaniyêde ji beşdarên meşê Alî Zulfîkar ê şêwekar jî li ser wêneyê xwe yê ku xwînxwariya serekçeteyê dewleta Tirk Tayyyip erdogan nîşan dide hin tiştên din zêdekirin û performanseke hunerî kir.

Roja avakirina yekîtiyê ye

Piştî daxuyaniyê hunermend Şiwan Perwer got, “Em ci fikrên cihê ne, lê ji bo yekîtiya Kurdistanê li vir in. Ji bo yekîtiya neteweyî divê em têbikoşin. Kurd nehatin çarparçekirin, em hatin hezarparçekirin.”

Piştî Şivan Perwerî ji Partiya Îslamiya Kurdistanê, nûnerê wê yê Ewrûpayê Hikmet Serbilind got, “Heger Kurd neteweya xwe û mafên xwe neparêzin, her kes wê êrişên xwe li dijîwan dewam bike. Heger weke miletên din em li xwe xwedî dernekevin, encam wê her yek be, em ê her parçe bibin. Ji bo ku gerîla û pêşmerge şehîd nebin, ji bo me yekîtiya neteweyî ferz e. Bi yekîtiyê em ê bi ser kevin.”

Nûnerê PYD´ê Ehmed Şêxo jî li vir peyivî û got, “Bi helwêsta xwe ya îro, em sînorên me yên bi peymana qirêj berî bi 96 salan hatin parçekirin, dikin yek, digihînin hev. Em îro tenê Peymana Lozanê rûreş nekin, pratîk ji me re divê. Ji bo ku Lozaneke din neyê serê me, divê em bibin yek. Êrişa îro dibin ser Rojava ne tenê li dijî Rojava ye. Ew li dijî temamê miletê Kurd e. Lozan tekrar bibe, nifşê niha wê li me nebihure. Îroroj ji bo Kurdan roja avakirina yekîtiya neteweyî ye.”