Kirinên du salên dawî yên desthilatdariya AKP’ê karakterê wê yê mêtîngeriya tevkujer bi zelalî raxistiye ber çavan. Hemû qayûmên li şaredariyan wezîfedarkirî bi kirinên xwe karakterê waliyên mêtîngeriyê nîşan didin. Ji bo belavkirina civakîbûyina Kurd, şikandina îradeya wan û çalakiyên wan ên di çerçoveya neteweya demokratîk de asteng bikin her rê û rêbazê bikar tînin. Jixwe hedefa têkbirinê ya di payiza 2014’an de hate amadekirin ew bû ku civakîbûn bê belavkirin, îrade bê şikandin, çok bêne şikandin û bi navê Kurdîtiyê çi hebe were tasfiyekirin. Ji ber vê yekê jî di bexwedanên xwerêveberiyê de her rê û rêbaza kirêt bi kar anîn. Her rê û rêbaza ku tevkujer bi kar tînin xistin dewrê. Kirinên vê pêvajoyê bitenê jî têrê dikin ku dewleta Tirk ji sûcê tevkujiyê were darizandin û sûcdar bê dîtin.
Desilatdariya AKP-MHP’ê dijminatiya xwe ji bo Kurdan vekirî nîşan daye. Wêrankirin û şewitandina bajarên Kurdan xwe dayina der a dijmitiya Kurda ye. Ji bajarên mîna Cizîr, Nisêbîn, Amed, Şirnex, Silopî, Gever û Hezexê yên sembola têkoşîna azadiyê bûn tol hate sitandin. Hat xwestin ev bajar ji ser rûyê erdê bên rakirin. Rûxandina taxên ku mîna giyana Sûrê dijmanatiya Kurd e. Ji ber ku dixwazin Kurdan tine bikin lewra her nirxê çandî yê cudahiya Kurdan nîşan dide tê tine kirin. Çawa ku taxên Cizîrê hatin tinekirin, abîdeya Orhan Dogan jî hate rûxandin.
Dîsa abîde û sembolên ku zilma desilatdariya AKP’ê tînin hişê mirov jî tên tinekirin. Ji ber vê yekê abîdeyên ku ji bo zarokên hatine qetilkirin jî tên rûxandin. Nirxên çandî yên têkildarî nasname û rastiya azad a Kurd re têkildar in, dîsa sembolên di vê wateyê de di hedefa desilatdariya AKP’ê de ne. Ev tev nîşaneyên dijminatiya li hember Kurdan a di şexsê Tayip Erdogan û Bahçelî de xwe daye der e.
Tayip Erdogan ku ev du sal in polîtîkayên komkojiyê li dij Kurdan dimeşandin, rewşa halê awarte jî ji bo tinekirina koka nirxên Kurdan bikar tîne. Tayip Erdogan û Devlet Bahçelî rewşa halê awerte ji bo du tiştan dirêj dikin. Yekemîn; bi zêdekirina zext û zilma li ser Kurdistanê re dixwazin îradeya Kurdan bişkînin, ya duyemîn jî avêtina ji kar a karker, memûr, polîs jî di nav de dixwazin xebatkarên cemaweriyê ji kar biavêjin û alîgirê xwe bi cih bikin. Tayip Erdogan ku her derê tije alîgirê xwe dike, ji bo alîgirên Devlet Bahçelî jî saziyên dewletê vekirine.
Zilma li Kurdistanê tê kirin derketiya asta herî bilind. Her derê Kurdistanê mîna herêmên qedexe hatine îlan kirin. Destûr nayê dayîn gundî derkevin nava zeviyên xwe. Mîna salên 1990’î dixwazin jiyanê li Kurdan teng bikin, wan bêzar bikin da gundê xwe biterikînin. Ji bo guhertina demografiya Kurdistanê her tişt tê kirin. Li cîhanê mînakeke din a di vê astê de ku axa gelekî lê tê qedexekirin tune ye. Di rastiyê de ev sûcê li dij mirovahiyê ye. Tayip Erdogan li her qadê di kirina sûcê li dij mirovahiyê de bêtirs tevdigere. Bêdengiya cîhanê dibîne, difikire ku kes li Kurdan xwedî dernakeve. Ji ber vê yekê jî li dij mirovahiyê sûcê li ser sûcê dike. Mîna ku Rojhilata Navîn çandîngeha wî ye dibêje ezê li vir bixim, ezê felan derê bombebaran bikim, ezê bikevim vê derê. Xwe hêna mîna Împaratoriya Osmanî dibîne. Ev polîtîka wê li dîwêr biqelibe. Wê were nîşandan ku Tayyip Erdogan nikare li derveyî sînorê Tirkiyeyê li gor serê xwe tevbigere.
Desiladraiya AKP’ê di demên dawî de xerakirina tax û bajarên Kurdan ên dîrokî xistiye rojeva xwe. Ev êrîşeke komkujiyê ye. Mînaka herî berbiçav a vê êrişa tevkujiyê jî bi rûxandina Sûrê nîşan dide. Bi rakirina ji holê ya bexçeyên Hewselê ev polîtîka tê nîşandan. Dîsa li Amedê qadên din ên gelê Amedê mîna seyrangeh bikar tînê tê gotin ku wê vergerînin qadên înşaatê.
Li Şirnex, Nisêbîn û Cizîrê cihên hatin rûxandin TOKÎ xistin rojevê û bi destê mutahitên hevkarên AKP’ê tê xwestin ev herêm vergerîn qatên betonî yên bê rûh û giyan. Dixwazin rûhe bajarê Kurdan bidizin. Vê yekê jî bi destê hevkar û xayinan dikin. Xiyaneta herî mezin jî ew e ku di nava karên bi vî rengî yên tevkujiyê de cihgirtin e. Mîna rûxandina Sûrê tevkujî ye, mutahîtên di înşatên li van cihan de cih digirin jî şirîkê sûcê tekujiyê ne.
Rûxandina navenda Sûrê rûxandina Amedê ye. Êrîşa li dij Sûrê kuştina tevahiya Amediyan e; di tevkujiyê re derbaskirina wan e. Sûr, Amed bixwe ye. Her bivir ê li Sûrê tê xistin li tevahiya Amedê tê xistin. Rûxandina Sûrê tê wateya rûxandina bedenên Amedê. Çawa bêyî hebûna Sûra nikare qala Amedê were kirin, bêyî taxên nava Sûrê nikare were gotin ku rûhê Amedê jî heye. Desilatdariya AKP’ê bi rûxandina Sûrê dijminatiya tevahiya Amediyan dike. Divê Amedî di cudahiya vê rastiyê de bin.
Pêwîst e li di rûxandina taxên nava Sûrê hemû Amedî rabin ser piyan. Nava Sûrê rûhê Amedê ye, nabê bikin qadên rantê. Li ser tinekirina rûhê Amedê nabe ti kes rantxwariyê bike. Mijareke ku divê em zanistiya Kurdewar û welatparêzî nîşan bidin xwedîderketina li Sûrê ye. Her Kurd ê xwedî zanista Kurdîtiyê û welatparêziyê ji bo xwedîderketina Sûrê erkdar e. Dema nava Sûrê were rûxandin divê niştecihê wê bi tenê neyên hiştin. Her welatparêz, mîna ku tevahiya Kurdan di tevkujiyê re derbas dibin divê ji bo xwedîderketina nava Sûrê rabe ser piyan û nerazîbûna xwe nîşan bide.
Xwedîderketina Tahîr Elçî ya li Mînareya Çarling divê ji bo her mirovê Amedî mîras û mînakek be. Divê xwedîderketina Tahîr Ehlçî ya li nirxên çandî yên Amedê ji bo pêşxistina zanistiya Amedîbûnê mîna nirxekî bingehîn were dîtin. Tahîr Elçî dema xwedî li Mînareya Çarling derket xwest li tevahiya Amedê xwedî derekeve. Ji bo vê yekê jî divê Tahîr Elçî mîna Amediyekî mînak were dîtin.
Heger Tahîr Elçî sax bûya wê niha li dij rûxandina mal û taxên nava Sûrê li ber xwe bida. Bi şehîdbûna xwe zanistî û mîrasek ji Amediyan re hişt. Niha dora hilgirtina vê alê ya hemû Amediyan e.