Bi boneya hatina cejna zimanê Kurdî gerîlayên li herêmên parastina medayayê jî hestên xwe parve kirin. Gerîlaya YJA Starê Nefel Botan da zanîn ku ziman û çanda Kurdan di xeterê de ye û destnîşan kir, ku divê ciwanên Kurd helwêsteke xurt di vî warî de nîşan bidin. Nefel got, “Di vê rojê de li nasname û zimanê xwe xwedî derketin ji bo Kurdan pirr girîng e. Ciwanên Kurd divê li hemberî qedexeya zimanê Kurdî helwêsta xwe pirr xurt bikin. Eger em ji bo ziman û çanda xwe tênekoşin hebûn û çanda me dikeve nava rewşeke xeter. Pêwîst e di vê rojê de gelê Kurd têkoşîna xwe bike yek. .”