Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welatê Menderes Oner, li Termînala Otobusan a Eneqereyê (AŞTÎ) hat binçavkirin. Hat hînbûn ku Oner di çarçoveya operasyona li hemberî saziyên çapemeniya Kurd ya bi navê "KCK'ê" tê meşandin de bi ser biryara 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rayeya Taybet a Stenbolê hatiye binçavkirin. Hat ragihandin ku Oner wê bişînin Stenbolê. Dîsa hat destnîşankirin ku welatiyê bi navê Ferhan Oner jî bi Oner re hatibû binçavkirin û piştre serbest hatiye berdan.
ENQERE