Li bajarê Elmanyayê Kasselê, komek ji xwendekaran çû serdana Bagdûr û Kobanê ku ev 52 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Greva birçîbûnê ya Omer Bagdûr û Cemal Kobanê ku li bajarê Kasselê yê Elmanyayê didome di roja 52’yan de ye. Komek ji Meclîsa Komîteya Xwendekarên Giştî ya Zanîngeha Kasselê, çû serdana her du çalakgeran.

Endamên komîteyê li ser çalakiya berxwedêrên greva birçîbûnê agahî wergirtin û nêrîna xwe anîn ziman ku bi çi rengî dikarin ji berxwedêran re bibin alîkar.

Bagdûr û Kobanê di dema serdanê de bi bîr xist ku tevî wan bi hezaran kes li zindanên Tirkiyeyê û li gelek bajarên Ewrûpayê di greva birçîbûnê de ne.

Berxwedêran bal kişand ser bêdengiya siyaset û medya Ewrûpa û dinyayê û got, “Niha li gelek bajarên Elmanyayê grevên birçîbûnê yên bêdem-nedorveger hene, lê ne siyaset ne jî medya Elman mîna Tirkiyeyê, nabihîzin, nabînin û nîşan jî nadin. Li pêşberî Kurdan xwe ker, kor û lal dikin. Daxwaza me ji we ye ku hûn dengê me li her derê bidin bihîstin.”

Endamên Meclîsa Komîteyê jî diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê cihê hurmetê ye.

Xwendekaran destnîşan kir ku ji bo çalakiyê bidin bihîstin, çi ji destê wan bê, ew ê bikin.

 

 ANF / KASSEL