Rektoriya Zanîngeha Abant Îzzet Baysalê der barê 24 xwendekarên zanîngehê de bi hinceta komkujiya li Roboskiyê ku 34 welatiyên sivîl ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin, şermezar kirin, lêpirîn da destpêkirin. Xwendekarên zanîngeha Abantê di 30’ê kanûnê de daxuyanî dan û komkujî şermezar kiribûn. Piştî daxuyaniyê rêveberiya zanîngehê der barê 24 xwendkaran de lêpirsîn da destpêkirin. Bi daxwaza zanîngehê Dozgerê Komarê yê Boluyê der barê 24 xwendekaran de lêpirsîn da destpêkirin. Xwendekarên rastî lêpirsînê hatin di 15’ê Sibatê de ji wan hate xwestin ku biçin li Midûriyeta Polîsan îfadeyê bidin. Midûriyeta polîsan di lêpirsînê de îdia kir ku dirûşmeyên “Qatîl Erdogan”, “Qatil TSK” berz kirine û dewlet û rayedarên dewletê reş kirine. Midûriyetê anî ziman ku dozgeriyê der barê xwendekaran de têkildarî xala TCK’ê ya 301’an lêpirsîn vekiriye. Xwendekara beşa Turîzm û Otelvaniyê Çaglar Kazak, anî ziman ku hikûmeta AKP ji roja hatiye îxtîdarê heta niha li dijî Kurdan polîtîkaya girtin, binçavkirin û lêpirsînê daye destpêkirin û dê mafê xwe biparêzin.
DÎHA/BOLU