Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre cîgirê Wezîrê Perwereyê Hisên Şawîş derbar rola perwereyê di avakirin û pêşxistina çanda civakê de axivî. Şawîş di axaftina xwe de sîstemên perwerdeyê yên Rojhilata Navîn ên bi durişmeya "Yek ziman, yek çand, yek nasname û yek ol" ku ji aliyê sîstemên desthilatdar hatine amadekirin, anîn ziman.


Destpêka sîstemê girîng e

Şawîş da zanîn ku koka sîstemên perwerdeyê yên ku niha li Sûriyê,Tirkiyê, Îraqê û hemû dewletên herêma Rojhilata Navîn têne pêkanîn, ji dema desthiladaiya Someriyan de heye û wiha got: "Ev sîstem ji aliyê Someriyan hatiye avakirin. Armanca vê sîstema perwerdeyê ew e ku civakê veguhezîne hakim û mehkûm, biçewisîne û bê hêz bike. Li aliyê din Wezîrê Ciwan û Sporê Mihemed Fatimê derbarê rola ciwanan axivî û wiha got: "Em wekî Wezareta Ciwan û Sporê girîngiyeke mezin didin ciwanan ji ber ku ciwan hêza fikrî ya aktîf di avakirina civakê de ne."

Rêveberiya nû hat hilbijartin

Fatimê destnîşan kir ku dê piştgiriya rêxistina Karûbarê xwendekaran bikin da ku karibe karê xwe yê perwerdeyê pêk bîne. Piştî axaftinan dîwana civînê ji 3 kesan hate hilbijartin, rapora karê şeş mehên borî yê rêxistinê hate xwendin, rewşa rêxistinî ya dibistanan hate nirxandin. Her wiha beşdarê civînê rêziknameya rêxistina Karûbarê xwendekaran gotûbêj kirin û bi piraniya dengan rêzikname hate erêkirin. Di civînê de ji bo xebatên ciwan û xwendekaran biryarên girîng hatin dayîn û meclîsa rêxistinê ku ji 11 endaman pêk tê hate hilbijartin. 

TIRBESPIYÊ