BÊRÎTAN MEDUSA/HÊVÎDAR HERANÎ

ANHA/QAMIŞLO

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Çileyê de êrîşên dagirkerî birin ser Efrînê, gelek malbatên Efrînê ji ber êrîşan derbasî herêma Şehbayê bûn. Hinek malbatên Efrînî jî di bajêr de man. Ji ber dagirkeriyê, xwendina bi hezaran xwendekarên dibistan, peymangeh û zanîngeha Efrînê nîvçê ma. Yek ji van saziyên perwerdeyê jî Zanîngeha Efrînê ye.

Zanîngeha Efrînê, yekem zanîgeh e ku li Rojava di sala 2015’an de hatiye vekirin. Di zanîngehê de 4 fakulte û 6 beş hebûn. Ev beş tenduristî, wêje, ragihandin, endezyariya çandiniyê, endezyariya mekanîkê û beşa aboriyê bûn. Bi giştî nêzî 850 xwendekaran lê dixwend.

Şehba û Qamişlo mil da xwendevanan Efrînî

Piştî ku Zanîngeha Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat dagirkirin, perwerdeya xwendekarên zanîngehê nîvçê ma. Zanîngeha Rojava ya ku li Herêma Cizîrê bajarê Qamişlo hatiye vekirin, ji bo xwedîderketina li xwendekarên Efrînê, kampanyayek di destpêka nîsanê de ji bo wergirtina xwendekarên Zanîngeha Efrînê da destpêkirin. Komîteyeke qeydkirina xwendekaran li Şehbayê û di heman demê de komîteyek jî li Zanîngeha Rojava jî hat avakirin.

Beşên li zaningeha Rojava

Xwendekarên Efrînê yên ku beşên wan li Zanîngeha Rojava hene, serlêdana Zanîngeha Rojava kir. Zanîngeha Rojava di sala 2016’an de hatiye vekirin û 6 fakulteyan; çandinî, wêjeya Kurdî, petrol û petrokîmya (li Rimêlan e), hunerên bedew, jineolojî û zanistinên perwerdeyê pêk tê. Bi giştî 720 xwendekar li Zanîngeha Rojava dixwînin.

Cihê mayînê jî heye

Zanîngeha Rojava ji bo xwendekarên Efrînê di fakulteyan cih veqetandin. Di heman demê de cihên mayînê ji bo wan amede kirin. Xwendekarên Efrînê yên ku beşên wan di Zanîngeha Rojava de tinene, li herêma Şehbayê vegerîn. Xwendekarên ku beşên wan di zanîngehê de heyî niha li Qamişlo dixwînin. Bi giştî 15 xwendekarên Efrînê li Qamişlo dixwînin. Ji 15 kesan 13 xwendekar di Falkulteya Wêjeya Kurdî û 2 xwendekar jî di Fakulteya Endezyariya Çandiniyê de dixwînin.

Ji bo bêşên nû xebat hene

Endama Rêveberiya Fakulteya Wêjeya Kurdî Merwa Elyas diyar kir ku ew wek rêveberiya Zanîngeha Rojava xemgîn in ku hemû beşên li Zanîngeha Efrînê hebûn, niha di halê hazir de li Zanîngeha Rojava tinene. Merwa Elyas anî zimên ku niha derfetên wan ên vekirina fakulteyên nû tineye, lê di demên pêş de ew ê hewl bidin fakulteyên nû vekin.

Merwa bang li xwendekarên Efrînê kir ku tu carî hêviya xwe neşikînin û got: “Xwendekarên ku beşên wan di Zanîngeha Rojava de tune ne jî, bila serlêdana beşên din bikin da ku bê xwendin nemînin.”