Bijîşk û parêzeran jî xwendekar bi keyfxweşî pêşwazî kirin û ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên di zindanên Tirkiyeyê de îmze dan. Xwendekar her wiha çûn serdana hin nexweşxaneyan jî îmze berhev kirin.
QAMIŞLO
Azadiya Ocalan xwestin
Li bajarê Marsîlya ê dikeve Başûrê Fransayê ku rêxistinên bajar ên Partiya Komunîst ên Fransayê her havîn du rojan şahî lidardixin, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azadî xwestin.
Şahiya ku her sal tê li darxistin, rojên dawiya hefteyê li parka Febregoules a qesabeya Septemesê pêkhat. Di şahiya ku du rojan domkir de, semînerek li ser pirsgirêkên civakî ên Fransayê hate li darxistin û gelek komên muzîkê jî derketin ser dikê.
Di bernameyê de dokumentera “Ez Kurdim” jî hate pêşandan. Piştî dokumenterê nûnerê BDP’ê ê DYA’yê Eyup Dogu bersiva pirsên başdarvana da. Li gel dokumenterê rêxistina ciwanan a partiyê semînerekî li ser navê “Aştî û Şer” pêkanîn. Di semînera ku behsa tekoşîna aştiyê a gelê Kurd hate kirin û Komunîstina peyama piştgiriyê da.
Bi dirêjahiya du rojan a şahiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmze hatin komkirin. Pêşangeha wênexîz Andre Raphael ê ku mijara wê Kurd bûn hate pêşandan. Di şahiyê de ji wênexîz Thieryy Chauvelot jî portreyên kesayetên tên naskirin pêşkêş kirin, her wiha portreyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî diyarî Navenda Çanda Mezopotamya kir. Şahî roja Yekşmê bi mitînge bidawî bû.
MARSÎLYA